21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin çirûskên serhildanê ne

Binevş Garzan

Jina kurd Jîna Emînî di 13’ê îlonê de li bajarê Tahranê ya Îranê ji ber ku serê xwe li gor zagona rejîma Îranê nepêçabû rastî tundiya ‘polîsên exlaqê’ hatibû. Ji ber ku di dema binçavkirinê de polîsên rejîmê rêbazên hovane  bikar anîn Jîna Emînî birîndar bû û di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da.

Her çiqas mijar wek pirsgirêka serpêçanê hatibe pênasekirin jî di encama xwepêşandanan de diyar bû ku mesele ne tenê porê Emînî bû. Jîna Emînî ji ber ku hem jin hem jî kurd bû ji aliyê rejîma dagirker ve wek çîrûska serhildanê hatibû dîtin. Ji ber wê jî bi hovane hat kuştin.

Jîna Emînî qalikê birîna bi salan bû. Ji ber vê yekê bi kuştina wê re bi hezaran kes serî rakirin û bi jin, mêr, kal û pîr hewl didin ku pergala rejime Îranê hilweşînin.  Bi serhildanên ku niha hê li rojhilatê Kurdistanê didome dide xuyakirin ku jin ne tenê perdeya li ser laşê xwe naxwazin perdeya pergala desthilatdariya mêran jî ji ser hişên xwe radikin û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin.

Nakokî destpê kirine

Hilweşandina rejîmê, helbet bi afirandina şert û mercên bihêztir tê şikestin. Her çiqas bayê guherînê xurtir dibe û diherike, destkeftiyên ku nayê biçûkxistin bi dest dixin. Ger amûrên zordariyê yên wekî dewriya Gaşt-ê Îrşad, milîsên Besîc û Pasdarên Şoreşê jî ji hev biqetin ango bi alîgirî biguherin, dê destê hikûmetê gelek lawaz bibe. Dewriyeyeke Gaşt-ê Îrşad ji BBC re axivî bû û gotibû: “Heke erka me tenê ji mirovan re rêberiyê kirin be, çima em li cihên qelebalix hatine bicîh kirin ku em bikaribin zêdetir mirovan binçav bikin? Weke ku em ji bo nêçîrê têne şandin ne ku rêberiyê bikin.” Wisa xuyaye ku lêpirsînên hundirîn destpê kirine, lê divê ku cesareta wan hebe bi girseyî zincîra dilsoziyê bişkînin û bi gel re yekdil bin.

Têkoşîn û serhildana civaka rojhilatê Kurdistanê ji bo gelê rojhilat gelek dîrokî ye û hişmendiyeke nû bi xwe re ava dike. Jin li bajarên Îranê dadikevin qadan û reqsa xwe ya azadiyê direqisin. Ev cara yekem e ku mêr jî bi aşkera piştgiriyê didin vê tekoşînê û li dijî rejîma Îranê bi jinan re serî hildidin. Edî li dijî rejîmê dengê herdu hêlên jiyanê bi hev re diqîrin. Serhildan bi biryardarî hê didome û xeta berxwedanê Îranê jî derbaskiriye. Niha li her aliyê cîhanê dengên piştgiriya vê berxwedanê û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe. Wisa xuyaye ku di heman demê de wê serhildanên paşerojê jî xurtir bike û pêşengiya serdemekî nû bike.

Aloziyekî dîrokî

Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ her dem daxwaz û awaza jinan bû û niha bi serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê derket pêş û bû sembola azadiya hemû civakê. Bi felsefeya vê dirûşmê ji ber ku jin serî radikin û li xwebûna xwe digerin aloziyeke dîrokî li ser pergala baviksalarî dane destpêkirin.

Ji ber ku êdî hemû civaka Îranê jî dizane ku azadiya jinan azadiya civakê ye û li ser vî esasê têdikoşe rejîma Îranê ya mêrperest dixwaze serhildana ku destpêkiriye bitepisîne. Ji bo şoreşê asteng bikin serî li hemû amûrên xwe yên tundiyê didin. Her roj kevneşopiyên xwe yên wek girtin, kuştin, bêdengkirin û hwd. didin meşandin. Her wiha li ku derê dengek derbikeve hemû amûr û çekên xwe yên giran dixin meriyetê û hewl didin ku wan dengan û rengan vemirînin. Serhildana bê veger a li rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye û wisa xuyaye ku li ber daxwaza jinan a azadiyê wateya mirinê daye windakirin. Rejîma Îranê bi tundiyeke giran dixwaze pêşiya vê meşê bigire.

Serkeftina serhildanê

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (RMMK) di 29’ê mijdarê de diyar kir ku heta niha 448 kes hatine kuştin. Ji wan kesên ku hatine kuştin 60 jê zarok, 29 jê jî jin in. RMMK’ê her wiha got ku ev ragihandin li gor belgeyên ku tên îsbatkirin e. Wisa xuyaye ku tevî ewqas binçavkirin û kuştinan jî êdî ev şoreşa gel bêveger e. Civaka Îranê dizane ku paşde gav avêtin tê wateya komkujiyek girseyî.

Her çiqas rejîma Îranê bibêje ev alozî bi destê hêzên derve pêk tê jî dema mirov berê xwe dide kolanan û banga gel dinêre dibîne ku rastî ne wek rejîmê ye. Civak li dijî qeyranên aborî û civakî êdî rejîma heyî qebûl nake. Ji ber vê yekê ye ku her roj ji xwe bawertir serhildana xwe mezin dikin. Civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî û baweriya ji cewhera xwe bi israr li ber xwe dide da ku serhildana xwe bi şoreşê tacîdar bike.