30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK-T: Şertên me yên bîrdozî tune ne

Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş, der barê avakirina lingê kurd ê Tifaqa Ked û Azadiyê de diyar kir ku ji bo avakirina tifaqa kurd şertên wan ên bîrdozî û sor tunen ne û ev tişt got: “Şertên bîrdozî di tifaqên hilbijartinan de ne nameşin.”

Li Tirkiyeyê, heke di demên pêş de guhertinek çênebe wê di meha hezîranê ya 2023’yan de hilbijartinên Parlamentoyê û Serokkomariyê bên kirin. Ji bo vê hilbijartinê partiyên siyasî lez dane xebatên xwe. Di çarçoveya van xebatan de heta niha bi navê Tifaqa Cûmhûr, Tifaqa Millet û Tifaq Ked û Azadiyê 3 tifaq hatine amadekirin. Ji ber ku qels bûye Tifaqa Cûmhûr a AKP-MHP’ê li dijî kurdan şerekî dijwar daye destpêkirin û hewl dide ku ji bo careke din li desthilatê bimîne hemû destkeftiyên kurdan bi van êrîşên xwe têk bibe.

Tifaqa Millet ku li dijî tifaqa AKP-MHP’ê hatiye avakirin û qaşo polîtîkayên wê rexne dike dengê xwe ji van êrîşan re dernaxe û heta dawiyê piştgiriya êrîşan dike. Tevî vê rewşa xwe jî dixwaze ji kurdan deng bigire û bi destê CHP’ê li Kurdistanê hin xebat hatine destpêkirin. Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP’ê ku di ferqa vê helwesta herdu tifaqan a li dijî kurdan de ye, ji bo berfirehkirina tifaqa xwe li kurdistanê dest xebateke nû kir.

Hevdîtinan dest pê kir

Ji bo vê armancê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de bi partiyên kurd re dest bi hevdîtinan kirin. Li gorî bernameya ku hat aşkerakirin, ji bo avakirina lingê Kurdistanê yê Tifaqa Ked û Azadiyê wê bi Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Komeleya Şoreşgerên Demokratîk ên Kurd (DDKD) û Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) hevdîtin bên kirin.

Hevdîtina destpêkê ya bi van partiyan re di nav hefteyê de bi Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bi heyeteke ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de hebûn hefteya borî di 30’ê mijdarê de serdana PDK-T’yê kirin û bi Serokê Giştî Mehmet Emîn Kardaş re rûniştin.

‘Êrîş ne nû ne’

Ji bo naveroka hevdîtin û helwesta wan a ji bo lingê Kurdistanê yê Tifaqa Ked û Azadiyê bipirsim, li Amedê li navenda partiya wan bi Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş re hatim gelhev û der barê mijarê de pirsan jê kir. Mehmet Emîn Kardaş, di destpêka axaftina xwe de berî ku pirsên xwe jê bikim der barê pêvajoya şer a li Kurdistanê tê meşandin de ev nirxandin kirin:

“Êrîşên ku li kurdan tên kirin ne êrîşên nû ne. Ev êrîş ji dîrokê ve berdewam e. Ji bo êrîşên îro ku bi hinceta teqîna Stenbolê pêk tên jî hinek dibêjin ku ji bo serkeftina hilbijartinên 2023’yan tên kirin. Lê newisa ye. Tev li vê nêrînê nabim. Ji ber ku ev êrîş ne bi teqîna Îstiklalê dest pê kirin jixwe bi salan e didomin. Ji sala 2010’an ve êrîşên desthilata AKP’ê yên li ser Rojava û Başûr nesekinîne. Armanca êrîşê diyar e, kes nikare bibêje em nizanin ji bo çi ne. Sedema van êrîşan kurd û kurdistan e. Nikarin erdnîgariya kurdistanê û kurdan tune bikin. Kesî kurdistan ji kurdan nesitendiye lê îro kurd ji kurdistanê hatine stendin. Êrîş ji bo guhertina demokrasiya Kurdistanê ne. Dixwazin kurdan ji Kurdistanê dûr bixin. Heta niha her xwestin kurdan di pişaftinê re derbas bikin û tune bikin. Lê bi ser neketine.”

Derengmayîna tifaqê

Li ser pirsa min a destpêkê ya der barê tifaqan de Kardaş, destnîşan kir ku ne Tifaqa Cûmhûr ne jî Tifaqa Mîllet kurdan nekirin nav xwe û û dixwazin li dijî vê ew jî tifaqa Kurdistanê ava bikin û wiha got: “Em niha li ser vê dixebitin. Lê em di avakirina tifaqê de dereng man e. Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Milet her kar û barê xwe temam kirine û bernameyên xwe aşkera dikin, em jî hê nû nû li avakirina tifaqê digerin.”

Kardaş, ji bo destpêka avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê jî hin rexneyan li HDP’ê kirin û gazindên xwe yên vê der barê de wiha anîn ziman: “Ji ber ku dema HDP’ê tifaqa Ked û Azadiyê ava kir û me li derve hişt, em bi gazin in. Diviya ku partiyên kurd jî di nav vê tifaqê de cih bigirtina. Em ne li dijî cihgirtina çepgir û demokratên tirk in ku di vê tifaqê de ne. Em wan jî ji xwe re weke hevkar û dost dibînin. Xwezî dema avakirina vê tifaqê HDP’ê me hemûyan li hev kom bikira. Wê tifaq berfirehtir bûna û qîmeta kurdan jî wê li welat û qada navneteweyî zêdetir bûna.”

Ji bo tifaqê dilgermî heye

Ji bo hevdîtina wan a di navbera hevserokên KCD û DBP’ê de jî Kardaş ev tişt gotin: “Me bi hev re hevdîtin kir û rûmet da wan. Wan jî rûmeta me qebûl kir. Me li ser bakûr partiyên din jî guftoguheke siyasî kir. Di hevdîtina me de ji bo avakirina tifaqê nêrîneke dilgermî, xweş û erênî hebû. Divê tifaq bê kirin. Di van şertan de tifaq nebe nabe. Tenê ji hilbijartinan re 6-7 meh man e. Divê em tifaqa xwe ava bikin û dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê bikin.”

Kardaş, da zanîn ku hê negihîştine wê astê ku şertên xwe ji hev re ragihînin û wiha pêde çû: “Em hê pêşiya xwe vedikin ku bikaribin tifaqê ava bikin. Di hevdîtina dawîn de me xwest em hîn bikin ku herdu alî çiqas ji tifaqê re amade ne. Em dixwazin tifaqeke bi fikr û nêrînên cuda berfirehtir bê avakirin. Di welatên mîna Tirkiyeyê de ku gelek lê bindest e, nexwedî al, çand û dîroka xwe ye, di hêla nivîskî de jî dibistan fermî nînin û hê zimanê dayikê qedexe ye, gelek tiştên em ji hev û derdorên din bixwazin hene.”

Şertên wan ê sor tune ne

Di berdewama axaftina xwe de Kardaş, bi lêv kir ku ji bo avakirina tifaqê şertên wan ên bîrdozî tune ne û ev nirxandin kirin: “Partiyên siyasî yên kurdan ên legal aşkera bi rêya demokrasiyê karê xwe dikin. Ji ber vê yekê di rewşeke wiha de ne pêkan e ku mirov şertên ji bo xelasiya miletekî deyne. Ji bo vê jî ez vê bibêjim şertên me yên bîrdozî û sor tune ne. Şertên bîrdozî di tifaqên hilbijartinan de nameşin. Divê partiyên kurdan li ser ji bo ku wê sibê li parlamentoyê bikaribin çi karî bi hev re bikin bixebitin.”

Kardaş, got ku HDP partiyeke ku ji nav kurdan hatiye afirandin û ji gelê kurd deng digire û wiha pêde çû: “Êdî îro pêwîst e ku em partiyên kurd jî bi HDP’ê re tifaqek bikin. Me li ser kurdbûna xwe li hev kiriye. Em dibêjin em kurd in. Tehde û zilm li hemû kurdan tê kirin. Em di van mijaran de hevpar in. Ji bo ku em vî barê li ser milê kurdan sivik bikin divê em bi rêjeyeke bilind deng bigirin û tifaqê mezin bikin. Da ku bikaribin xwe bigihînin tevahiya gelê xwe. Em çiqas bi hêz bin wê li hundir û derve ewqas jî destê me ewqas giran be. Ji bo berjewendiya gelê me çi pêwîst be wê di rojeva me ya hilbijartinê de be. Em ê doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin. Em ê doza ku kurd jî mîna tirk, ereb û farisan fikr û ramanên xwe yên neteweyî bînin ziman bikin. Bi rengê hiqûq û demokrasiyê di çarçoveya qanûnan de em ê doza statuya kurdan bikin.”

Banga li kurdan

Der barê hilbijartina Serokkomariyê de jî Kardaş ev agahî parve kirin: “Beriya niha me hinek li ser hilbijartina Serokkomariyê nîqaş kiribû. Di civîna me ya dawîn de mijara serokkomariyê nehat rojeva me. Hinek partî hene ji partiyên din zilmkartir in. Hemû partiyên sîstemê di mijara kurdan de mîna hev difikirin. Em ê prensîban deynin pêşiya namzetên serokkomariyê. Kê ji daxwazên me re nerm be û fersend bide kurdan em ê dengê xwe bidin wî. Ji bo me ferq nake. Em ê di hilbijartina Serokkomariyê de jî weke tifaq tevbigerin.”

Di dawiya axaftina xwe de Kardaş ev bang li kurdan kir: “Ne li zindanan ne li meydanan û ne di siyasetê de dagirkerên kurdan  tu carî ferqê nakin navbera kurdan. Bi yek qanûnê, bi yek dadgehê û darî em didarizandine. Nexwe divê em kurd jî hişê xwe bidin serê xwe. Ev tiştên ku heta niha tên serê me û îro jî dikin besî me ye. Em di nav xwe de dijminan ji xwe re neafirînin. Em li hev bibanin, ji hev hez bikin, bikaribin aştî û demokrasiyê; fikr û ramanên azad parve bikin. Divê kurd li dijî hev xweşbîn bin.”