17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Îranê îsal zêdeyî 500 kesan hatiye bidarvekirin’

Rêxistina Mafê Mirovan ku navenda wê li Osloya Norwêcê ye di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku îsal rêjeya bidarvekirinan li Îranê di nava 5 salên dawî de ya herî zêde ye

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê da xuyakirin ku di nava vê salê de li Îranê heta niha 500 kes hatine bidarvekirin. Rêxistina Mafê Mirovan ku navenda wê li Osloya Norwêcê ye di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku îsal rêjeya bidarvekirinan li Îranê di nava 5 salên dawî de ya herî zêde ye. Her wiha li gorî heman çavkaniyan heta niha di xwepêşandanên gelê Îranê de derdora 450 kesan hatine kuştin.

Bêguman piştî kuştina Jîna Emînî ji 16 îlonê de nerazîbûn û xwepêşandanên gelê Îranê veguherîn serhildana gel û bi şêwe û awayên cihêreng heta roja îro berdewam dike.

Rejîşma Îranê li şûna ku guh bide daxwazên gelê Îranê ew bi tundî bi ser xwepêşandêran de diçe û wan bi têkliya bi hêzên derve ên dijminê Îranê ve girê dide.

Rejîm neçare gavan bi paş ve bavêje

Di encama berxwedana gelê Îranê de rejîma Îranê da xuyakirin ku ew ê polîsên Exlaqê ji sîstema welatê xwe derxînin. Wekî tê zanîn polîsên exlaqê yên gelê Îranê li kolanê kontrola cil û bergan  dikir û ji ber cil û bergan gelek kes dixistin binçavan û ji kuştina Jîna Emînî jî berpirsiyar in.

Li gorî hin çalakvan û serhildêrên Îranê rejîma Îranê ne ji bo guhertinê ev gav bi paş de avêtiye lê dibe ku hewldan û taktîkek be ji bo rawestandina xwepêşandan û serhildana gelê Îranê.

Hêjayî gotinê ye ku sedema raste rast ya serhildana gel ji bo kuştina Jîna Emînî û şermezarkirina polîsên Exlaqê bû, lê di berdewama serhildana gelê Îranê de derkete holê ku gelek pirsgirêkên din ên gelên Îranê hene û hema bêje her tiştê vê pergala heyî nayên qebûlkirin. Hewcedarî bi guhertina hişmendî, desthilatdarî û pergala wê heye.