spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya man û nemanê ber bi dawiyê ve diçe

Kurdistan di demek gelek xeternak re derbas dibe. Ligel firsendên dîrokî talûkeyên mezin jî li pêşiya gelê kurd in. Ligel hemû komkujiyên sedsala 20’emîn jî gelê kurd li ber xwe da û li ser axa Kurdistanê weke nifûsa herî mezin hebûna xwe parast. Di encama berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê de di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de hebûna gelheyî vegerand hêzeke siyasî, civakî, dîplomatîk û leşkerî. Dawî li pêvajoya mirina gelê kurd anî. Gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Piştî sedsala 20’emîn gelê kurd û Kurdistan kete pêvajoyek nû. Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat rewşeke nû derket holê. Pergala moderniteya kapîtalist û sazûmaniya wê ya sedsala 20’emîn li ser tunebûna gelê kurd hatibû avakirin. Piştî moderniteya kapîtalist xitimî û statûkoya sedsala 20’emîn hilweşiya derfetên nû derketin pêşiya gelê kurd. Li Başûr statûya federasyonê hate bidestxistin. Li Bakur tevgerek gel a hêzê dide her sê parçeyên din û neteweyek azad diafirîne derket holê. Li Rojava di encama vê asta neteweyî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bidestxistin.

Îro li Rojhilatê welat serhildanek hemû gelên Îranê li pişt sekiniye tê jiyîn. Şoreşa di pêşengiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de destpêkirî, şewqa xwe da Başûr, Rojava û Rojhilat. Hemû hêmanên neteweya demokratîk, gelek azada bi cih anî. Bi şoreşa Rojava û raperîna Rojhilat re ramana Rêberê Gelan Ocalan niha li tevahiya cîhanê deng vedide û dibe hêviya gelên bindest û azadîxwaz. Gelê kurd cardin weke neolîtîkê gihîşt asta ku pêşengiya mirovahiyê bike û serdemên nû bide destpêkirin. Gelê kurd ku dagirkeran dixwest ji holê rakin û li ser axa wan razên, niha pêşengiya mirovahiyê dike. Ev destkeftiya herî mezin a gelê kurd e.

Hêzên moderniteya kapîtalîst û dewletên despotîk û dagirker ên herêmê di ferqa vê ronîbûna neteweya kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê de ne. Naxwazin mirovahî bi pergala Ekolojîk, Demokratîk, Wekhevî û Azadiya Jinê bihesin. Nasîn û jiyanîbûna vê pergalê weke tunebûna berjewendiyên xwe dibînin. Weke gefek li dijî hebûna xwe û pergala xwe ya talanker dibînin. Ji bo wê hêzên despotîk ên dagirker ên herêmê û hêzên hegemonîk bi hev re êrîşî vê pergal û hêviyê dikin.

Weke sazûmankarê pergala hêviyê pêşiyê êrîşî Rêberê Gelan Ocalan kirin. Bi komployek navneteweyî Rêber Ocalan dîl girtin û hewl dan ramana wî tune bikin. Lê Ocalan di encama berxwedana jor mirovî de ev komplo vala derxist. Hêviya mirovahiyê bi paradîgmayek nû şênber kir. Şewqa paradîgmaya Rêber Ocalan pêşiyê di nav gelê kurd de, piştre di nav gelên Rojhilata Navîn de û niha jî di nav gelên cîhanê de belav dibe. Gelên cuda bi slogana, “Jin jiyan azadî” doza azadiyê dikin. Ev pêşketin ziravê dagirker û xwediyên wan diqetîne. Wan dîn û har dike. Ligel ev qas derfetên xwe nikarin serederiyê li ramanên Ocalan bike.

Îro dewletên dagirker û hêzên hegemonîk amadekariya komployek navnetewî ya nû dikin. Li ser pêşketin û hebûna gelê kurd û Kurdistanê plan û bazarên nû dikin. Dixwazin paradîgmaya Ocalan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bifetisînin. Niha tetikêşê van hêzan dewleta tirk û piştre ji Îran, Suriye û Iraq in. Weke hevkar jî malbata Barzanî girtine rex xwe. Ev 8 sal in hewl didin Tevgera Azadiya Kurdistanê bi tevahî tune bikin û cardin gelê kurd bixin çala mirinê. Hewl didin Kurdistanê heta hetayê weke dagirgeha xwe bihêlin. Tevkujiya li dijî gelê kurd temam bikin û yên ji paş mayîn jî bikin koleyên xwe.

Ji bo wê li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr bi hemû derfetên xwe êrîş dikin. Hemû çekên teknolojiya dawî û kîmyewî bi kar tînin. Dizanin ku pêşiya pêla azadiyê negirin dê tune bibin. Ji bo wê bi lez û bez hemû sûcên derveyî mirovahiyê dikin. Divê gelê kurd bizanibe ku ev pêvajoyek hêsan nîne û gelek talûkeyên wê hene. Vê pêvajoyê bi tecrîdkirina Rêberê Gelan Ocalan dest pê kir. Ev 7 sal in têkiliya wî ya bi gel re birîne û destûr nadin ku peyam û ramanên wî bigihin civakan. Bi awayek hemwext êrîşî Qadên Parastina Medya dikin, li Rojava, Şengal, Mexmûrê gel bombebaran dikin û li Bakur êrîşên tevkujiya siyasî û jinê dikin.

Niha dixwazin hêza xwe ya herî dawiyê bi kar bînin. Ji bo wê bi xwediyên xwe yên hegemon re di nav hevdîtinan de ne. Bi taybetî dagirkerê tetikêş, dewleta tirk hewl dide weke serê rimî darbeyê pêşiyê li bedena gelê kurd û Kurdistanê bixe. Destkeftiyên gelê kurd tune bike û xeyal û hiviyên Kurdistanê bifetisîne. Êrîşên hewayî yên di 19’ê mijdarê de li dijî Rojava û Qadên Parastinê yên Medyayê û Şengalê pêk hatîn nîşaneya serdem û konseptek nû ye. Divê ev êrîş weke êrîşên berê neyê nirxandin. Di nav 7 mehên pêşiya me de yan faşîzma tirk an jî azadîxwazên kurd dê têk biçin.

Faşîzma tirk ji bo têk neçe tecrîda li ser Ocalan giran dike, êrîşên bejahî û hewayî yên li Qadên Parastina Medya û Rojava zêde dike. Dixwaze bi vî awayî hem tevkujiya gelê kurd temam bike hem jî bi zêdekirina nijadperestiyê dengan bigire û îktîdara xwe li ser piyan bihêle. Li dijî vê yekê Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi hemû hucreyên xwe têdikoşe. Hewl dide faşîzma tirk di xwîna wê ya qirêj de bixeniqîne. Rêberê Gelan Ocalan ligel hemû şert û mercên giran ên tecrîdê jî berxwedanek efsanewî nîşan dide. Bi vê helwestê rûmet û rêzdariya gelê kurd li dijî dijmin derdixe asta herî jor.

Agahiya herî dawî ya der barê serdana Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) de berxwedana Ocalan radixe berçavan. Weke tê zanîn derket holê ku Ocalan bi heyeta CPT a çûye Girava Îmraliyê re hevdîtin nekiriye. Ew weke nûnerên modernîteya kapîtalîst û hevkarên dagirkerî û qirkeriya tirk red kirine. Ev helwestek peyamê dide hemû gelê kurd. Divê bibe rêgeza hemû welatparêz, şoreşger, partî û hêzên Kurdistanê. Sekna Ocalan di demek ev qas xeternek de banga têkoşîn û berxwedanê ye. Ocalan pêvajoyê, talûke û avantajên wê baş dibîne û peyama têkoşînê dide.

Ligel ku ev 7 sal in agahî nayê girtin jî peyama Ocalan weke rûhê şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistanê şênber dibe. Li dijî çekên kîmyewî û teknolojiya dawî şervan li ber xwe didin û li dijî dagirkeriyê destanan dinivîsînin. Vînek jorî vîna mirovan nîşan dide. Gelê kurd li çar parçeyên welat li kolanan têdikoşe. Em niha ber bi qonaxa dawiyê ve diçin. Rêberê Gelan Ocalan bi sekna xwe û redkirina hevdîtina bi CPT’yê re banga berxwedanê dike. Şervanên azadiyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê banga berxwedanê dikin. Divê hemû gelê kurd bi yek dengî û bi yek rengî bersiva vê bangê bide.

Dema dagirkeriyê teng dibe û êrîşên wê zêde dibin. Divê gelê kurd jî di vê demê de hemû hêza xwe bike yek. Weke bedenekê li dijî faşîzma tirk rabe. Çi ji destê kê bê, divê li gorî derfetên xwe bike. Ev yek jî berî her tiştî daketina qadan, rêxistinbûn û bertek nîşandane. Weke Rêberê Gelan Ocalan jî dibêje, kêlî heye hezar salî dide qezenckirin. Îro em di wê kêliyê re derbas dibin. Di heft mehên pêşiya me de gelê kurd berxwedanek hêjayî berxwedana Rêber Ocalan û şervanên azadiyê pêş bixe, faşîzma tirk dê têk biçe. Rêya vê yekê jî zelal e. Divê hemû welatparêzên Kurdistanê, partiyên siyasî û civakî li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi yek dengî rabin. Divê hemû welatparêz û hêzên Kurdistanê li dora Rojava bibin xelekek ji agir û axa azad biparêzin. Divê hemû gelê Bakur kar û barên hilbijartinê vegerînin pêvajoya rêxistinbûn û çalakiyên xwedî derketina li Ocalan û Rojava. Rêbertiya li ber xwe dide, partiya li ber xwe dide, şervanên li ber xwe didin û gelê li ber xwe dide dê sedsala 21’emîn bike sedsala gelê kurd û Kurdistanê.

Ne zêde dûr, ev yek di nav heft mehên pêşiya me de pêkan e. Ji bo wê divê em kêmtir razin, kêmtir karên keseyî bikin; zêdetir bixebitin, têbikoşin û li ber xwe bidin. Bi vê helwestê em bi hêsanî dikarin faşîzma tirk di xwîna wê ya qirêj de bixeniqînin û şerê man û nemanê bi azadiyê tacîdar bikin.