17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan hat berdan û peyama serketina azadiyê da

Nivîskarê kurd Cîhan Ozyildiz piştî girtina xwe ya 30 salan ji girtîgehê hat berdan ev peyam da: “Dê azadî bi serkeve.”

Nivîskar Cîhan Ozyildiz di sala 1992’yan de li navçeya Licê ya Amedê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin. Ozyildiz ku li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Ozyildiz, piştî 30 salan hate berdan. Ozyildiz, li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ji hêla xizmên xwe yên ji Swêd, Swîsre, Amed û Stenbolê hatin û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve hat pêşwazîkirin.

‘Dê azadî bi serkeve’

Ozyildiz, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek da û got ku dê azadî bi ser keve. Bi domdarî Ozyildiz ev tişt anî ziman: “Ez ketim qadeke têkoşînê ya nû. Dê têkoşîna me li derve bidome. Em ê ji bo rêbertiya azad têkoşîna xwe bidomînin. Bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana Rêbertiyê.” Tê payîn ku Ozyildiz sibe tevî malbata xwe bi balafirê derbasî Amedê bibe.

Du pirtûk nivîsandine

Ozyildiz, di 24 saliya xwe de hatibû girtin û di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Di pêvajoya girtîgehê de Ozyildiz li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Ordu, Trabzon, Sîncan, Kirikkale, Çewlik, Êlih û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa T a Menemen a Îzmîrê ma. Di vê pêvajoyê de Ozyildiz bi navên “Di Navbera Du Şerên Cîhanê de Talana Kurdan (İki Cihan Harbi Arasında Kürt Vurgunu) û Pêxemberê Fîlozof Zerdeş (Filozof Peygamber Zerdeşt) nivîsandin.