11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir

Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê, girtiyên bi navên Ugur Taşdevîren, Huseyîn Osmanpur û Huseyîn Aydin bi sedema zexta “hejmartina ser pêyan” û binpêkirinên mafan di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiribûn. Piştî hevdîtinên hatin kirin girtiyan çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Girtiyan da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehê hêj berdewam dikin û li dijî van binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.

Li gorî nûçeyek ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, girtî bi malbatên xwe re axivîne û çalakiya xwe ji malbatên xwe re ragihandine. Li gorî nûçeyê, girtiyan ji malbatên xwe re ragihandiye ku ji bilî greva birçîbûnê rêyeke din li ber wan nehiştine û ji neçarî dest bi greva birçîbûnê kirine.