6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Êrîşa wan ji tirsa têkoşîna gelê kurd e

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya meclisê de mijarên di rojevê de nirxandin û bertek nîşanî êrîşa li dijî parlamenterên partiya xwe Habîp Eksîk û Saît Dede û bêdengiya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop a li dijî vê êrîşê da. Sancar, Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê jî bi bîr xist û wiha got: “Bi sedhezaran mirov hedef hatin girtin û bi sedan kes bi hovane qetil kirin. Ez her 104 kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî biminet bi bîr tînim. Em û gelê me baş pê dizane bê ka kê rê li ber vê komkujiya DAIŞ’ê vekir û hebûna xwe li ser aloziyê didomand. Piştî komkujiyê, li Tirkiyeyê rejîm hat guherandin. Rejîmên faşîzan, li ser xwîn û komkujiyan tên avakirin. Bi polîtîkaya şer û tundiyê tên avakirin.  Bi vê komkujiyê jî ev yek mebest kirin. Piştî vê komkujiyê jî komkujiyên din hatin kirin û êrişên xwe domandin. Hewl dan bi tirsê civakê dîl bigirin.”

Hewldana wêrek

Di berdewama axaftina xwe de Sancar ev tişt anîn ziman:

“Hewla wan ew bû ku bi rêya tirsê gel bêdeng bikin û rêya xwe bidomînin. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin. Daxwaza sereke ya meşa 10’ê cotmehê aştî bû. Em baş dizanin ku ev desthilatdarî ji peyva aştiyê nefret dike. Têkoşîna herî bibandor a li dijî rejîmên faşîst, têkoşîna aştiyê ye. Ji ber ku li ber rabûneke dilwêrek a li dijî polîtîkaya komkujî û xwînê ye. Lewma dema em qala aştiyê dikin, mebesta me têkoşîneke xurt a li dijî rejîma faşîst e. Dema destilatdar hewl dide rejîma xwe ava bike, her wiha hewl dide hafizeyeke nû ava bike. Dixwazin çîroka xwe binivîsin, hafizeya berê jê bibin û hebûna xwe wisa bidomîne. Ya ku divê em jî bikin ew e ku li dijî vê hewldanê derkevin. Têkoşîna aştiyê, kevneşopiyeke kevnare yê vê erdnîgariyê ye. Niha dixwazin vê hafizeyê tune bikin. Dixwazin koka têkoşîna li dijî kedxwarî û talanê tune bikin. Dixwazin hafizeya şer û tundiyê ava bikin.

Fikriyeta HDP mezin dibe

Serbest e ku rê li ber komkujiyan vekin lê bîranîna wan komkujiyan qedexe ye. Armanca wan a ji vê ew e ku civakê bi polîtîkaya şer terbiye bikin. Lê belê li dijî wan em hene. Heta ku em li ber xwe bidin, fikriyeta HDP’ê jî mezintir dibe û rêxistiniya HDP’ê berfirehtir dibe. Sedema hêrs û dijminatiya wan a li hemberî me jî ev e. Tevî hemû êriş û dorpêçan jî em li ser pêyan e û xwedî îradeyeke xurt in. Lewma jî ditirsin û her roj êrişên xwe zêdetir dikin.

Ji têkoşîna gelê kurd ditirsin

Êrişî nûnerên gel kirin. Parlamenter derb kirin û lingê hevalê me Habîp Eksîk ji 3 cihan şikandin. Ji gotinên şahidan û dîmenên di destê me de diyar dibe ku êrişeke plankirî ye. Ji îradeya xurt a li dijî polîtîkayên dijminatî û şer ditirsin û ev jî wan bêhtir har dike. Dijminatiyeke wan a bingehîn heye ku bi vê dijminatiyê xwe li ser pêyan digirin. Ew jî dijminatiya li dijî kurdan e. Sedema bingehîn a êrişa hovane ya li dijî Habîp Eksîk û hevakên me yên din, tirsa ji vîna gelê kurd û têkoşîna wan e.

Sînoran nas nakin

Lê belê bi tu êrişên xwe nekarîn me bidin tirsandin û me ji têkoşînê dûr bixin. Dê nekarin jî. Her êrişa wan, nîşaneya rizîbûna wan e. Her ku êriş dikin bêhtir têk diçin. Çiqas êriş bikin jî em xwedî wê hêzê ne ku wan bidin sekinandin. Ev hêza me, hêza milyonan kesan e ku em hewl didin bibin nûnerên vîna wan. Ev hêz, înada gelê kurd ê serî natewîne ye. Di dijminatî û polîtîkaya tundiyê de tu sînoran nas nakin.

Civaja tundiyê

Vê desthilatdariyê, civaka tundiyê ava kir. Heke hunermend li ser dikê rastî êrişan bên û bên kuştin, sedema vê ew e ku kujer pişta xwe bi desthilatdariyê germ dikin. Qetilkirina Onur Şen û bi hezaran jinan, nîşaneya herî şênber a vê civaka tundiyê ye. Em, hêviya bi milyonan kesan e ku naxwazin di nava civakeke wiha de bijîn. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze pêşeroja ciwanan dîl bigire û bêhêvî bike, tekane vebijêrk in.

Polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêkan, rê li ber kûrkirina polîtîkayên şer vedike. Her ku ev polîtîka kûr dibin, dizî, çetetî û birçitî zêdetir dibe. Weke 7 sal berê, em îro jî dibêjin aştî, ked û demokrasî. Ya ku dê van pêk bîne jî HDP û têkoşîna hevpar a gelan e. Destilatarî, polîtîkayên tundiyê li derveyî welat jî bi rêyên cuda mayînde dike. Bi vê rêbazê hewl dide desthilatdariya xwe mayînde bike. Divê em tevek vê zîhniyeta ku sûîqestên li derveyî sînor weke mafê xwe dibîne, baş nas bikin. Qetilkirina Nagihan Akarsel û Denîz Poyraz, encama heman zîhniyetê ye. Xizanî û birçîtiya vî welatî jî encama vê polîtîkayê ye. Lewma em ji şer û kexwariyê re dibêjin na.

Çareserî bi muzakereyan pêkan e

Me berê jî gotibû ku girîngtirîn taybetiya vê desthilatdariyê, dijminatiya kurdan e. Weke sedema hebûna xwe dibîne. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Zîhniyeta ku neçareseriyê ferz dike jî ev zîhniyet e. Têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê jî didome. Em careke din dibêjin ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, muzakere, guftûgo û bingeha siyasetê ye. Ji bilî vê tu rêyên din dê me ber bi welatekî demokratîk ve nebe.

Êrîş ne bûyereke ji rêzê ye

Lewma jî divê em li dijî vê desthilatdariya ku gel neçarî tundiyê dike, têkoşîna ked û demokrasiyê hîn xurtir bikin. Banga me ji bo hemû mazlumên vî welatî ne. Werin di vê rêyê de hevrêtiya me bikin û em bi hev re vê desthilatdariyê bidin sekinandin û vê pergalê biguherînin. Em xwedî wê hêzê ne. Êrişa li dijî hevalê me Habîp Eksîk, êrişeke ji rêzê nîne. Wezîrêke sûcan heye ku hewl dide vê êrişê biparêze. Kesê ku divê herî dawî biaxive, her carê hewl dide sûcên xwe veşêre.

Banga li AKP’iyan

Banga min ji bo kesên piştgiriyê didin AKP’ê ye. Gelo di demekê ku zîhniyeteke wiha qirêjî, gemar, tawanbar, çete û her cureyên sûcan li wezareta karên hundir serdest, wijdana we qet naêşe? Ma hûn vê yekê hêjayî xwe dibînin? Dizanim ku hûn jî aciz in. Lê hûn bê vebijêrk nînin, ew vebijêrk jî HDP ye, tifaqa HDP’ê û têkoşîna hevpar e.

Daxwaza hemwelatiya wekhev

Niha bernameyên elewiyan radigihînin. Ev desthilatdarî bi tu awayî daxwaza hemwelatiya wekhev a elewiyan esas nagire. Hewl dide bi polîtîkaya sedeqeyê encamekî bi dest bixe. Niha jî hewl didin qeyûman tayînî saziyên elewiyan bikin ku encama kedeke mezin in. Lê em baş dizanin ku civak û gelê elewî van rastiyan baş dibîne û xwedî wê vînê ye ku van lîstika pûç bike. Tekane daxwaza elewiyan heye ku ew jî hemwelatiya wekhev e. Divê hûn cemxaneyan weke perestgeh qebûl bikin. Divê tu ne qeyûman lê derfetê bidî ku ew xwe bi xwe birêve bibin. Dê rê bidî ku ew bi vîna xwe saziyên xwe sererast bikin. Nexwe hûn dixwazin elewiyan têxin bin kontrola xwe. Banga me ji bo civaka me ya elewî ew e ku mil bidin milê me û em bi hev re têbikoşin.

Dê jî makeqanûna derbayê xerabtir be

Niha jî nîqaşa makeqanûnê heye. Divê em xwe ji makeqanûnên darbeyê rizgar bikin. Di vê mijarê de herî zêde me amadekarî kirine. Heke bi rastî jî hûn bixwazin makeqanûneke azadîxwaz û demokratîk çê bikin, wê demê divê hûn şert û mercên demokratîk û azad ava bikin. Dê li pêş çavên her kesî parlamenteran derb bikî, fezlekeyan bidin pey hev û devê me tevan girê bidin û piştre jî bibêjin; ‘werin em makeqanûnê nîqaş bikin.’ Makeqanûneke di van şert û mercan tê çêkirin, dê ji makeqanûna darbeyê xerabtir be.

Banga li muxalefetê

Ji bo ku em bikarin xwe ji vê makeqanûna darbeyê xelas bikin, divê mutabaqata herî berfireh a civakî bê avakirin. Heke beriya paqijiya rê em bikevin nava nîqaşên makeqanûnê, dê hêj di gava ewil de pê li mayinê bikin. Em ji bo nîqaşên jidil ên bo makeqanûneke nû amade ne lê ji ewil divê mayinên di rê de bên paqijkirin. Banga me ya ji bo civak û muxalefetê ev e; wer in em bi hev re li ser paqijiya vê rêyê li hev ibkin. Bila muxalefeta siyasî û civakî vê rojevê li xwe bigire û rê nedin van hewldanên vala yên desthilatdariyê. Heke em ji bo demokrasî, aştî û kedê bên ba hev, dê hemû hewldaên desthilatdariyê pûç bibin.

Hewldanên vala  

Desthilatdarî di mijara aboriyê de jî heman tiştan dike. Ji bo xapandina civakê paketên nû radigihînin. Qaşo dê krediyên erzan bidin esnafan. Heke esnaf gelek bi xema we bin, wê demê bêfaîz krediyê bidin. We esnaf xistiye vî halî? Ka we digot faîz heram e? Ka we digot em faîz dadixînin? Bi milyonan esnaf perîşe bûye lê hûn hêj ta serî li fêlbaziyê didin ku benqe hîn bêhtir qezenc bikin. Dibêjin; ‘bi qasî ji destê me tê em çavkaniyên welêt talan bikin, heke em bi ser kevin dê bedela wê gel bide û heke em têk biçin jî dê bo desthilatdariya nû xerabeyekê bihêlin.’ Em baş di ferqa vê de ne. Lê em xwedî wê tecrûbeyê ne ku van planên we pûç bikin. Hewldanên we vala ne ji ber ku hûn dê têk biçin.

Qanûna dezenformasyonê

Jixwe di zextên xwe de sînoran nas nakin û tevahiya çapemeniyê xistin bin kontrola xwe. Dixwazin bi qanûna sansûrê re çendek derdorên muxalîf jî bêdeng bikin da ku dengê civakê neyê bihîstin. Qanûneke bi navê dezenformasyonê anîne. Bi rastî jî hûn bixwazin li dijî dezenformasyonê têbikoşin, weke karê destpêkê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê bigirin. Heke we ev sazî ji holê rakir, ev dê bibe gava ewil a parastina gel a ji derew û agahiyên xelet. Ciwan, jin, bawerî, elewî, kurd û hemû derdorên ku dixwazin xwe ji vê pergala qirêjî rizgar bikin divê em hêzên xwe bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin û rejîmê biguherînin. Tekane alternatîfa rasteqîn a vî welatî, fikriyata HDP’ê ye.”