2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastî û têkoşîna li ser sînoran

Roza Metîna

Nivîskar Menaf Osman ê ku ev 29 sal in di girtîgehê de ye, di romana xwe ya bi navê “Sînor” de bala xwîneran dikişîne ser sînorên ku kurd ji hev veqetandine. Nivîskar bi zimanekî hêsan û herikbar rastiya li ser erdnîgariya Kurdistanê qewimiye, rave kiriye. Têkiliya di navbera lehengên berhemê de, bi awayekî aşkera û zelal raxistiye ber çavan. Di heman demê de rastiya sînor, doz û têkoşîna bi salan, kiriye mijara xwe. Bi kişfa lehengan a li ser sînor, gelek çîrokên li ser axa me kurdan, rû dane, di hiş de zindî dike. Bi heman awayî gotinên dapîr û bapîrên me tîne bîra me. Hafizaya xwîner teze dike û hovîtiya li ser zarokên kurdan hatiye kirin jî nîşan dide.

Dema min romana “Sînor” xwend, ez careke din, bûm şahida zarokatiya xwe. Herwiha bi hevoka “Li ser wê, sûretê şamaraneke balkêş neqişkirîbû” wêneyek hat ber çavên min. Dema em zarok bûn, hema bêje li her malekê wêneyê “Şahmaran” hebû. Ew wêneyê nûnerê têgeheke kurdewarî ye, ji bo me kurdan gelekî girîng e. Biwêjên hatine bikaranîn jî dewlemendiyeke din a honandina vê berhemê ye.

Bi hinek hevokên nivîskar di berhema xwe de bi kar aniye hestiyarî, digihêje lûtkeyeke dinê. Mirov wê demê, li rastiya sînorê ji me re bûye dojeh, hildikume. Yek ji mînaka van hevokana ev e;”Carekê gava ku Emîno, li sînor dabû, mayinek bi qantira wî ya barkirî teqiyabû, ew kuştibû, ew jî ji lingên xwe birîndar bibû. Piştre ji ber lingê wî, şaş cebirîbû, rebeno qop mabû.” Hevokeke din a ku rastiya sînor derdixe meydanê, wiha ye:”Hemûçik a di sînor de tên kuştin, yan jî ji kuştinê xerabtir li wan tê, bê dest û ling dimînin.” Bi vêya girêdayî dîwarên bi pereyê baceya kurdan, li ser sînorên wan tên lêkirin jî dibe mêvanê xeyalê mirov. Em bombeyên bi pereyê baceya me, bi ser me de dibarin jî ji bîr nekin.

Di berhema “Sînor” de du behreyên Menaf Osman digihêjin hevdu. Hevdu hem temam dikin hem jî xwedî dikin. Wêneyê bergê nivîskar bi xwe xêz kiriye. Loma pirhuneriya wî jî ji vir xwiya dike. Her nivîskar, nikare wêneyê pirtûka xwe xêz bike.

Aliyekî din ê qenc ê vê berhemê yek jê bibîrxistina hinek peyvên kêm tên bîra mirov e. Bi vêya namîne. Nivîskar di heman demê de bi vê hevoka xwe dest nîşanî, girîngiya çanda neteweyî dike:”Ê wilo ye, hevalê min! Yê behsa çar parçeyên welat bike, divê sînga xwe ji hemû rengên çanda neteweyî re, veke.”

Van gotinana jî hem hesretê hem jî xeyalên gelek kurdên xizmên wan li aliyê din ê sînor hatine hiştin, vedibêje: “Dayê xweska te bizaniya çi tamek xweş di vî karî de heye! Rast e ku min ji feqîrî dest bi vî karî kiriye lê niha ji min re bûye rengekî jiyanê. Gava ku her car ez li sînor didim û bi çend guleyan wan nobedaran heta sibehê, di nav tirsê de dihêlim, wekî ku tev dinya dibe ya min. Her ku ez diçim Qamişlokê mala xaltîka xwe Terfa yan jî mala xalê xwe Tewfo weke ku min sînor rakiribe, Nisêbîn û Qamişlokê kiribe yek, têl û mayinên neqeba Tilkêfê û Qûzo rakiribin û gundê rehmetiyê bavê xwe dîsa kiribe yek, ew qasî kêfa min tîne, bêhna min fireh dike. De ka êdî ez ê çawa dev ji vî karî berdim.”

Hestên bêrîkirin û evînê jî di vê berhemê de xwedî cihekî taybet in. Gotina:”Rast e bêrîkirin her tiştî nêzîk dike” ji jiyana me kurdan, dîmenekî tîne pêş çavan. Hestê êş û mirinê, hewldana gihandina serkeftinê dibin sedema rêwîtiyeke dûdirêj a di binhişiya xwîner de. Gelek caran bandora gotinan feyzeke cuda dide. Geh dibe raperîn, geh dibe hêvî, geh dibe hêz. Carinan jî birînên hîn qalik negirtine, bi bîr dixin û dibin sedema avjeniya di nava pirsên bêbersiv de.

Hinek nirxên kurdan hene ku bingeha parastina nasnameyê ne. Xizmet û nîşaneya parastina zimanê kurdî ye. Xwedîderketina li van nirxan di berhema “Sînor” de bi zelalî hatiye ziman. Nivîsandin û anîna ziman a hestan a bi zimanê kurdî jî ahengeke din a vê berhemê ye. Û bi van gotinana berê min dîsa bi aliyê zarokatiya min ve, vedibe: “Kulav û merşek di ber dîwêr re û li nava hundir jî hesîreke naylonî raxistî bû. Di dîwarê raserî derî de, du heb qubale hebûn, tijî şûşe, sênîk, surahiyên cam û porselen bûn.”

Em rastî û têkoşîneke civakî di vê berhemê de dibînin. Rastiya li ser sînorên kurd ji hev dûr xistiye. Bi van gotinên Menaf Osman ên li ser berga paşiyê em vê rastiyê kûrtir fam dikin: “Piştî nîqaşeke dûdirêj, bi hev re gihandin biryarekê ku êvarkî tev de, biçin keşfeke dawî li ser sînor bikin. Biryara keşfê kelecaneke nuh bi Evdil re çêkiribû. Cara yekê bû dê ew “şûrê” ku malbata wî di nîvî re kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişka ve nîvên mirovên wî kiribûn serxetî û nîvê mayî jî kiribûn binxetî, çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû, ‘Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê serxet e!

Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane! Gotin na wele hûn nikarî derbasî wir bibin, wê derê dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serê dînan, dixwastin em jê yeqîn bikin. Lê me dizanîbû ku em hîn dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev bi zarokên xwe re, hemû tevde di şevekê de bûbûn serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn binxetî!