6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şivanşitexlîk û em

Mehmet Devîren

Mirov, li ser bingeha civakê xwe û rastiya jiyana xwe baş binase wê demê jiyanê watedar dike û tamê jê digire; lê çiqas takekesî tevbigere ji rastiya xwe, ji rastiya civakê û jiyana xwe dûr bikeve ewqas tamê ji jiyanê nagire…

Rastiya welatê mirov jî rastiyeke wan a bingehîn e.

Li vî welatî di binê her kevirekî de şopeke kevnar heye. Di bin her şopeke kevnar de axînek, nalînek û qêrînek heye, bi qasî wan jî şopên berxwedan û têkoşînê jî hene. Ev şop ji bo ku winda nebin û bikaribin rûmeta xwe biparêzin dilop bi dilop bi xwînê hatine avdan. Dema dayika min teşiya xwe digirt ji dilê xwe şopên kevnar dirêsa wiha digot bi rûyekî devliken: “Mirin çêtir e ji jiyanek bêrûmet.”

Erê dayê; wextê te digot, “welat, ax welat” wek ku xelat dipekiya ji nava lêvên te, axîn dihat ji kezaba te û teşiya te dizivirî. Min dizanîbû ew egîdên bêgor ên ku dilê wan parçe parçe dê tu carî dernekevin ji dilê te?

Belê yadê; ez dizanim yên di riya rûmeta xwe û welatê xwe de can û jiyana xwe kirine diyarî ji dilê te dernakevin.

Wek îro tê bîra min du wesiyetên te hebûn. Yek; “ ku dewlet bibe ker jî lê siwar nebe”, ya din jî wextê ku ez nû bûm şivan te got; “ lawê min, baldar be ku şivanşitexlîk (xapxapok) te nexapînin.”

Li warê kaniya derdan, şînahî, êş û elemên vê xakê, dar û kevirên vî welatî ji ber vê zilmê diaxivîn û mejî diricifî. Ewr ji welatê min xeyîdîbû. Ji dêvla baranê xwîn dibariya, stêrk bi gul û sosinên min re nedikeniyan, ji dêvla stêrkan guleyan ronî dikir şevên reş û tarî.

Hezkiriyên vî welatî bi baweriyeke kûr û hêzeke xurt, ji bo jiyaneke birûmet bi lingên qelişî bi neynûkên zirav li ser keviran bi xwîna xwe dilsoziya xwe neqişandin û têkoşîna xwe didomandin heta îro…

Di têkoşîna bi dehan salan de, gelek zar û zêç di nava xwînê de man. Gelek gulên ku bêhn didan di bin şopên kevnar de, di gorên bêkesan de dîrok xemilandin. Gelek caran dayikan serê xwe danîn ser axa wan û tîna wan xwe berdida nava ruhê wan…

Gelo çend berf û baran derbas bûn? Çend girtîgeh bû mal û qebrê wan? Dilê wan hertim weku xort û ciwanên çardeh salî li serê govendê desmal kil dikirin. Mazgalên derî ji wan re tembûr lêdixist û çiya jî di ber xwe de dinehwirand; strana “cembeliyê min” digotin û deng bi hev dixistin û dibûn tîrêjin rojê. Lê hemû mirovahî li hemberî vê zilmê bêdeng dima û lê temaşe dikir; ji wan re tiştê herî rehet ev bû ji ber ku mejiyê wan bûbû kevir.

Lê li hemberî vê bêdengiya mirovahiyê tu car hêviya wan neşikest. Tîrêjên rojê xwe berdan ser çakûçê wan, ava wan jî xwîna wan bû. Ev sebra wan li hemberî bêdengiyê qîrîna dengê dilê wan bû. Her roj şopên kevnar bi xwîna xwe av didan û bi zarokên Zerdeştê Kal re hêzeke gur wek deryayên şîn, pêl bi pêl li hev geriyan. Wan li hemberî golên xwînê gelek çemên jiyanê herikandin. Xewnên mirî, evîna veşartî, navên veşartî, rengên veşartî û welatê veşartî rakirin ser piyan. Roj û zarokên rojê bûn hêvî û bingeha mirovahiya herkesê/î.

Em bên wesiyeta te ya duduyan dayê. Şivanşitexlika xapxapok navê çivîkekê ye. Zarokan bi xwe re ji çiyayan diavêje û şivanan dixapîne û ji rastiya jiyana xwe dûr dixe, ji refên xwe dûr dikeve û heri dawiyê jî xwe ji kendalekê diavêje…

Ez bi gora te dikim dayê; tu rihet razê, tu kes dê nikaribe roja me tarî bike. Bila tu zanibî dayê, ketî ji dehfa bi mûyên ji hespê çêbûye. Tu dizanî dayê, ne ku bi lingê xwe, bi serên xwe ketine dehfê, ew ê yan dev ji tehba xwe berdin yan jî xwe zêde tev bidin ê serê xwe têk bibin. Tu kes nikare ronahiya rojê veşêre û rastiyan ji holê rake. Ên vê rastiyê nebînin dê di nava tariyê de riya xwe şaş bikin û winda bibin biçin…

Hêviya serdestan ew e ku mirovan ji rastiya ax, welat û jiyana wan dûr bixin û wan bikin mirovên bindest û gorî ji xwe re. Wek şivanşitexlîkan li dora şivanî dikevîn. Wextê şivan tê xapandin ked û rûmeta xwe binpê dike. Lê tiştê herî sosret û dilşewat ew e ku şivan nayê xapandin, şivan xwe dixapîne û dixwaze kesên din jî bixapînin.

Îro jî hinek kesên ku xwe şivan dibînin xwe dixapînin û dixwazin ên ji ax û xwîna xwe jî bixapînin. Lê nizanin ku yên pîroziya axa xwe û rehên xwîna xwe ji bîr kirine û xiyanet li wan kirine bên xapandin jî yên axa xwe wek bihuşt, xwîna xwe wek kaniya jiyana xwe dibînin nayên xapandin…

Erê dayê; em dizanin em ji kîjan axa pîroz û xwîna jiyanê ne, ji kîjan dem û dewranan hatine. Em dizanin em ji bo çi û ji bo kê dijîn. Ji ber wê bila dilê te rihet be, em çawa ku tu kesê/î naxapînin, xwe naxapînin û nahêlin tu kes me bixapîne…

Em ê bi rastiya ax û welat û jiyaneke azad têbikoşin, hemû xapînokan têk bibin û bi serfirazî bijîn, em ê te û hemû dayikên wek te pîroz di jiyana xwe de bidin jiyîn…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê