4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bo çi rasterast?

Heval Dilbihar

Bi hezaran sal e der barê bûn, pêkhatin, hebûn, xwebûn û pêşketina gerdûn, cîhan, jiyan, dem, dîrok, civak û her tiştên ku bi wan ve û bi me ve têkildar in, gelek pênase, nirxandin, dahûrandin û şiroveyên piralî yên cuda hatine kirin û hê jî tên kirin; diyar e ku dê heta hetayê jî bên kirin.

Bêguman her kes vê yekê li gor nêrîn, hişmendî, rêgeh, rûgeh, bergeh û asogeha xwe ya bîr, hiş, bawerî, zanîn, danehev, hest, giyan û armanc anku li gor rastî û rasteqîniya xwe dike. Em hemû jî wisa ne. Dixwazî bi zanebûn be, dixwazî ku encama herikîna jêrhişî be, her tiştê ku bi rengekî, di dem û kêliyên cuda de, xwe di gotin, kiryar û jiyana me de dide der bi awayekî parçeyek ji rastiya me ya giştî ye. Ji ber ku ew tişt xwe di me de pêk tîne, di me de dijî û xwe bi riya me, di me de dide der; herwiha me di xwe de pêk tîne, me di xwe de dide jiyîn û me bi riya xwe, di xwe de dide der.

Li vê derê, ya girîng ew e ku em li aliyekî ‘rastiyên xwe yên rasteqîn’ heta dawiyê, di her şert û mercan de û ji her milî ve biparêzin, li aliyê din hewl bidin ku ‘rastiyên nerasteqîn’ -ku kujerên rasteqîniya ME ne- biguherînin/veguherînin, di destarê rasteqîniya xwe ya xwebûnî û gerdûnî de bihêrin ku riyeke din nemabe bidin ber ‘bahoz û tofana rasteqîniya xwe ya xwebûnî û gerdûnî’, ‘qiyameta xwe’ rasteqîniyê li ser rakin û di ‘dojeha xwe’ ya rasteqîniyê de bidin ber agirê rasteqîniyê.

‘Dualîtiya Rasterastî’ yê

Xaleke din a girîng ew e ku, qasî naveroka mijarên ku tên nirxandin reng, awa, teşe, şêwaz, rê û rêbaza bingeh û çarçoveya naveroka honandin, ristin û raçandina vegotinê li gor vê rastiyê pêk tê. Çawa ku her çem û rûbarek, li gel hevpariya herikîna giştî, xwedî reng û awayên herikandineke xweser e, her mijarek jî li gel aliyên hevpar ên giştî xwedî teşe, rê û rêbazên vegotinê yên xweser e. Em vê rasteqîniyê wek, ‘dualîtiya xwebûnî û gerdûnî’ dinirxînin; ku yek bê ya din nikare pêk bê.

Ev rastiya ‘dualîtiya xwebûnî û gerdûnî’ çawa ku ji bo her tiştê di gerdûnê de wek makerêgezeke herî xwezayî ye, ji bo civaka mirovahiyê jî wisa ye; heta em dikarin bibêjin ku, ji ber hinek taybetmendiyên xweser ên civaka mirovahiyê ev rastî ji bo wê gelek zêdetir derbasdar e. Wê demê divê em jî li gor vê rastiyê tevbigerin da ku em rastî ‘xezeb, tofan, qiyamet û dojehên rasteqînîkuj’ neyên û bi xwe jî nebin ‘xezeb, tofan, qiyamet û dojeha xwe’ û xwe tune nekin…

‘Rasterast’î serfiraziyê tîne

Divê em baş bizanibin ku, heta EM, li ser xet û bingeha rasteqîniya XWE ya xwebûnî û gerdûnî; li dijî dagirker, mêtinger, hemû hêzên serdest û desthilatdar û hevkar û maşikên wan ku xwe ‘xweda’yên serdemeke wiha kujer, derewîn, sextekar, xapînok, hezar rû -ya ku em jê re dibêjin serdema hovkapîtal û hovmodern/hovnûjen- dibînin û her cureyê ‘decalî’ û ‘celadi’yê dikin gotina xwe. Hem rasterast nebêjin hem jî di tenûra jiyanê de bi agirê şoreşa kurdewar a xwebûnî û gerdûnî nepêjin, herwisa her kêliyê û di her qadake jiyanê de, li pêşberî heval û hogir û hoz û doza xwe rast-e-rast tev negerin, hest û niyet ramanên me çi bin bila bibin- em ê nikaribin bi ser bikevin û xwe bigihînin xwebûneke azad. Berevajî em bixwazin jî nexwazin jî em ê her roja ku diçe zêdetir têk biçin û bibin sedema xwebûnkujiya xwe ya xwetuneker ku ji vê kujeriyê dijwartir û bêbextir kujerî nîn e li ser rûyê vê gerdûnê. Belê; heta ku em rasterast nebêjin û rast nepêjin, em ê nikaribin serbest û azad bijîn…

Xwebûn hebûna ‘ME’ ye

Madem ku me behsa xwebûneke azad kir em çend hevokan der barê rojnameya xwe Xwebûnê jî parve bikin.

Berî her tiştî Xwebûn qadeke bingehîn a xwenasîn û xwezanînê ya rasterast e…

Xwebûn, li esmanê demê ku dîrokê di nava xwe de dihewîne -li gor rewş û rastiya xwe- roja heqîqetê hiltîne û ji malzaroka jiyanê ya ku niha li dijî şûr û xencerên ‘modernîteyeke hov’ bi giyanê rûmetê li ber xwe dide û bi giyanê azadiyê serî hildide û radipere, rastiyan diwelidîne…

Xwebûn awêneya hebûna azadiya welat e, ji bo jiyaneke birûmet xelat e, nav û nîşaneke rizgarî û felat e…

Xwebûn nav û nişana Kurdistan, xweza, jin, ciwan, civak, xweza, wêje, çand û hunera azad e ya kurdî û kurdewar e, xwebûnî û gerdûni ye. Xwebûn deng û rengê we/me ye… Gelek zêdetir û wêdetir…

Madem ku rastî ev e, em ê ji niha pê ve, di vî quncikê xwe yê ku em wek ‘qada rasterasti’yê ya xwe-bûnê pênase dikin de, bi armanca ku em jî ji bo herikîn û pêldana deryaya xwebûn û gerdûna azad a bêserî û binî bibin dilopek/çipikek, heta ku derfetên me rê bidin em ê, li ser bingeha rasteqîniya ‘xwe’/me ya xwebûnî û gerdûnî, bi mijarên cur bi cur, tenê ne bi gotin, fikr û ramanên xwe, bi hest û helwesta xwe jî rasterast bi hev re bin û wek erk û berpirsyariyeke mirovî, wijdanî, xwezayî, sincî, jiyanî, civakî, rewşenbîrî û entelektûelî, li dijî çerxa vê serdema hov û hemû diran û diranokên wê, ji bo serkeftina rasteqîniyê di nava têkoşînê de bin.

Li ser vê bingehê, em ê der barê gelek mijarên cur bi cur ên ku jiyan, civak, welat, cihan, xweza û gerdûna me û her tiştê ku bi me û wan ve têkildar de, hest û ramanên xwe, bêyî ku guh bidin ‘sînorên rastîkuj’, rasterast bi we re parve bikin û helwesta xwe diyar bikin. Bêguman em ê vê yekê bi zanebûna hayjêhebûna armancên xwe yên xwebûnî û gerdûnî pêk bînin; baş bizanin û bidin zanîn ku em çi, çawa, ji bo kê, ji ber çi dibêjin/dihonin/saz dikin…

Bi van hest û ramanan, ji dil û giyanekî rasterast û rastîrês merheba!..

***

Di salvegera 24’emîn komploya navdewletî ya ku 9’ê cotmeha 1999’an di kesayeta rêzdar Abdullah OCALAN de, li dijî tevahiya kurdên azadîxwaz û mirovahiya birûmet pêk hatibû nelet dikim…