13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gel didome û Îranê xwe ji êrîşeke bejahî re amade dike

Tevgera ciwanan a ku navê Tevgera Ciwanên Taxên Tehranê li xwe dikin bang li gelê Îranê kirin ku roja çarşemê anku îro bi girseyî dakevin kolanan û nerazîbûnên xwe li dijî rejîma Îranê bînin ziman.

Tevgera Ciwanan û karkerên şirketên petrolê bang li her kes kirin ku roja 12’ê cotmehê dakevin kolanan û nerazîbûnên xwe bînin ziman.

Her wiha Tevgera Ciwanan bang li gel kir ku piştî nîvro dakevin kolanan û heta dawiya şevê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan ya Fransayê rejîma Îranê bi tundî destwerdana xwepêşandanan dike û bi taybetî jî li bajarên kurdan ên wekî Sine, Seqiz û deverên din ên ku gelê wan li ser piya ye.

Li bajarê Sine hêzên dewletê raste rast serhildêr gulebaran kirin lê tevî hemû tundiya hêzên dewletê bajar ji bin kontrola wan derketiye.

Ji aliyekî din ve li gorî hin raporan rejîma Îranê tank û topên xwe ber bi Sineyê ve birine da ku bajar bixe bin kontrola xwe.

Tevî ku serokê olî yê Îranê Alî Xameneyî û serokkomarê wê Ibrahîm Reîsî xwepêşandêr wek dijminên Îranê binav kirin, hêzên dewletê tundiyeke dijwar li dijî xwepêşandêran bikar tîne û gelek kes hatine binçavkirin lê vê yekê pêşî li serhildana gelê Îranê negirtiye.

Li gorî agahiyên çalakvanan û rêxistinên mafên mirovan heta destpêka hefteya çaremîn a xwepêşandanan hêzên dewletê 185 kesan kuştine ku di nava wan de 19 zarok jî hene û bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes hatine binçavkirin.

Amadekariyên êrîşeke bejahî

Ji aliyekî din ve ji ber rejîma Îranê li hember nerazîbûn û serhildana gelê Îranê bêzar bûye dixwaze ku aliyê leşkerî derxîne pêş. Li gorî agahiyên rojnameya Al Şarq Al Awsat hêzên pasdarên îranê (Parêzvanên Şoreşê) xwe ji bo êrîşeke bejahî a li derveytî sînor amade dike. Li gorî wan agahiyan Îranê dê êrîşeke bejahî li deverên sînorê başûrê Kurdistanê pêk bîne. Li gorî rejîma Îranê ew dê êrîşî navendên komên çekdar ên partiyên muxalefetê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku çirûska bi nerazîbûnên li dijî  kuştina Jîna Emînî dest pê kirin veguherîn serhildanê û tevî hemû zext û zordariyan serhildana gelê Îranê di hefteya çaremîn de bi xurtî berdewam dike.