14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan tazî dikin

Girtiyê Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê bi rêya malbatê bal kişand ser zextên li ser girtiyan. Girtî diyar kir ku girtiyên nû tên vê girtîgehê di lêgerîna tazî re tên derbas kirin

Di demên dawî de zext û tundiya li ser girtiyan zêde dibe. Ji ber zext zêde dibin, malbat jî serî li ÎHD didin. Di hefteyek dawî de gelek kesan serlêdan kirin. Di rojekê de 8 xizmên girtiyan piştî binpêkirinên di dema hevdîtina vekirî de serî li ÎHD’a Amedê dan. Girtiyekî din jî bi rêya malbatê serî li ÎHD’ê da û bal kişand ser zextên ku rêveberiyagirtîgehê li ser girtiyan pêk tîne. Girtî anî ziman ku li girtîgehê zextên li ser girtiyan zêde dibe û wiha got: “Berê jî me ev pirsgirêk ji Wezareta Dadê û Dozgeriya Komarê re nivîsandin. Lê tu gav nehat avêtin. Ji ber ku pirsgirêkên me nehatin çareserkirin, em van binpêkirinên mafan bi ÎHD’ê reparve dikin. Em bawer dikin ku hûn ê têkevin nava hewldanan.”

Girtiyê ku nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku kesên berê girtî ku sewqî vê girtîgehê tên kirin an jî kesên nû tên girtin, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tene tazîkirin û di cihaza XR re tên derbaskirin û wiha axivî: “Kesên ku vê yekê qebûl nakin, bi zorê tene tazîkirin. Van kesan serî li Dozgeriya Komarê dane. Berê teminat dabûn Meclisa Tirkiyeyê ku dê van pêkanînan dubare nekin. Lê dîsa dubare dikin.”

Girtî, bal kişand ser porjêkirina girtiyanûgotin: “Girityên diçin berber tenê bi maşînê porê wan jê dikin. meqez tune. Tenê maşîne heye. Bi vê şekê dixwazin mirovên yek tîp ava bikin. Ev zext pêkanînên 12’ê Îlanê tînin hişê mirovan.”

8 saet mafên wan tê xwarin

Girtî bal kişand ser mafên çandî, civakî û sporê û wiha lê zêde kir: “Li gorî rêziknameya girtîgehan her girtî hefteyê 10 saet mafê wî heye ku ji çalakiyên civakî, çandî û werzîjî heye. Lê girtî tenê dikarin 2 saetan ji vî mafê xwe sûdê bigirin û hefteyê 8 saet mafê wan tê binpêkirin.”

Girtî bibîr xist ku dema xizmên wan tên hevdîtinê jî hem di Cîhaza  XR re derbas dikin û hem jî li ser xizmên wan lêgerînek berfireh dikin û wiha pêde çû: “Ji ber xizmên me yên tên hevdîtinê di lêgerînek berfireh û dijwar re derbas dibin, dereng dimînin. Ev dibe sedem ku em hindik bi xizm û malbatên xwe hevdîtin bikin. Berê jî Wezareta Dadê hevdîtin derxistibû 1.30 saetê (90 dk) lê dîsa em nikarin ji vî mafê xwe sûdê bigirin.”

Ji pirtûkxaneyê sûdê nagirin

Girtî, li ser astengiyên li pêş pirtûkxaneyê jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Bi qasî em dixwazin em nikarin sûdê ji pirtûkxaneyê wergirin. Bi hinceta dê lîsteya pirtûkxaneyê nû bikin, zêdeyî 6 meh in lîsteya pirtûkxaneyê ji me re neanîne.”

Girtî bal kişand ser xwarinê jî û wiha got: “Xwarin li Girtîgeha Servekirî ya Kampusê tê bijandin. Xwarin qet paqij nayê çêkirin. Dîsa hindikî çêdikin. Em nikarin bi tenduristî xwarinê bixwin. Ev bandora neyînî li ser tenduristiya me dike. Li aliyê din qanalên televîzyonê bi sînor in. Em nikarin li qanalên nû yên muxalif temaşe bikin. Wekî din gelek pirsgirêkên din jî hene.”

Girtî xwest ÎHD vê yekê bikin rojeva xwe û çareser bikin.”