3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaya: 297 girtiyên nexweşên giran hene

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya, diyar kir ku li girtîgehan 297 girtiyên nexweşên giran hene û ji bo ev girtî bên berdan wê têbikoşin

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê ragirtin tu agahî nayê girtin. Dadgeha Înfazê ya Ceza ya Bûrsayê serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê qebûl nake. Tecrîd ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan dibe. Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Medê (MED TUHAD-FED) kar û xebatên xwe yên li dijî vê rewşê didomîne.

Girtiyan demildest derman bikin

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya, der barê kar û xebatên wan de axivî. Emîne Kaya, da zanîn ku xebatên rêveberiya beriya wan daye pêşiya xwe û nîvco mane ew ê bidomînin û xebatên xwe arşîv bikin û wiha got: “Di lîsteya me ku hatiye nûkirin de 297 girtiyên nexweş hene. Divê ev girtî demildest bên berdan. Gelek girtiyên ku înfaza wan tên şewitandin hene. Ji ber ku ev girtî roj di roj hejmara wan diguhire em nikarin hejmarejek bidin.  Em piranî li ser lêgerîna tazî, rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan tên şewtandin radiwestin. Di demên dawî de sergirtinên mala pir zêde bûne. Destên kesên binçav dikin bi pişt ve kelemce dikin. Van rê û rêbazên nîşan didin ku dewlet çiqas ji edaletê dûr e.”

Kaya, destnişan kir ku li dijî êrîşên ku tên kirin wê berxwedan jî hebe û axaftina xwe wiha domand: “Dema mirov Tirkiyeyê û Cîhanê dide berhev bêtir dibîne ku dewleta tirk çiqas bêedalet tevdigere. Li dijî vê edaletê em ê her tim serî rakin. Tiştê ji destê me were em ê bikin, kar û xebatên xwe bidomînin. Hikûmetê berê qebûl nedikir ku lêgerîna tazî tê kirin, lê niha wezîr bixwe qebûl dike ku heye û dibêje em ê bikin. Wan lêgerîna tazî kir weke tişekî ji rêzê. Tişta ku înkar dikirin niha fermî kirine. Hatine wê astê edî pêkanînên xwe yên dermirovî înkar nakin.”

Siyasî tevdigerin

Di dawiya axaftina xwe de Kaya, bi bîr xist ku li hemû girtîgehan îşkence û tundî heye û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya diyalogê de operason kêm bûbûn, înfaz nedihatin şewitandin. Her wiha li girtîgehan îşkence pir kêm bûbûn. Mirov di vir de fêm dike ku îşkence li girtîgehan tê kirin li gorî siyasetê tê kirin. Dewlet bihiqûqî tevnagere, siyasî tevdigere. Desthilat li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ji ber ku girtiyan ji bajarên wan dûrtir digirin malbat nikarin biçin hevdîtina xizmên xwe. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gotibû ku malbat li ku der rûnin divê ku xizmên wan jî li wî bajarî bên girtin. Lê belê ev yek nayê kirin. Divê ji bo helwesta dewletê, Dadgeha Mafên Mirovan hişyarî bikira. Lê mixabin ew jî di vir de rola xwe nalîzin.”