27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

62 zarok û 21 jin ji DAIŞ’ê rizgar kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 62 zarok û 21 jin ji malbatên DAIŞ’ê radestî Komara Qirgizîstanê kir

Şandeyek ji Komara Qirgizîstanê bi serokatiya nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qirgizistanê Bakit Kadyrov hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şande ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ′ê Lana Hesen ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de fener El Giêt bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser dewam dikin. Dewleta Tirk tevahî hêmanên jiyanî dike hedef û bi mîlyonan kes koçber kirine. Herêm bûye herêmeke bobelatê. Ev êrişên ku tevahî qanûn û peymanên navneteweyî, di serî de peymana Cinêvê bin pê dike, di nava bêdengiya civaka navneteweyî tê kirin.′′

El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji sekretêrêr giştî yê Neteweyê Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê xwest ku ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyeke lêkolînkirinê bişîne herêmê.

Fener El Giêt anî ziman ku ev êriş ziyanê dide şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qirgizîstanê Bakit Kadyrov jî got, welatê wî qurbaniyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî DAIŞê de  dane, nas dike û spasiya Rêveberiya Xweser û HSD′ê kir ku hemwelatiyên Komara Qirgizîstanê vegerandin.

Di dawiyê de 62 zarok û 21 jin ên ji malbatên DAIŞ′ê li gorî belgeya di navbera her du aliyan de radestî Komara Qirgizîstanê hatin kirin.