5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kombûna Zenûbiya ji Abdullah Ocalan re azadî xwest

Meclisên Minbic û Tebqa yên Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava  “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û soza mezinkirina têkoşînê da

Di 10′ê Cotmehê de li 74 navendan pêngaveke cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Der barê mijarê de, meclisên Tebqa û Minbicê yên Kombûna Jinan a Zenûbiya bi 2 daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe dan pêngavê. Endamên kombûnê, malbatên şehîdan û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê li Stada 4′ê Nîsanê ya Minbicê kom bûn û daxuyanî ji aliyê endama kombûnê Nesrîn El Elî ve hat xwendin.

Meclisê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe ji pêngava cîhanî ya ji bo Abdullah Ocalan nîşan da. Meclisa Tebqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da.

Li Tebqayê daxuyanî bi beşdariya endamên rêxistinên jinan hat xwendin. Rêvebera meclisê Nûr El Hefnî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de girîngiya rizgarkirina jinan û gelan bi rêya felsefeya nû ya  Abdullah Ocalan  hate destnîşankirin.

Meclisê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya ji bo azadiya  Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd re anî ziman û got, azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Meclisê diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bike ta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.