4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûysal: Bi tecrîdê dixwazin kurdan ji xwe re bikin kole

Parlamentera HEDEP’ê Newroz Ûysal Aslan, di panela Festîvala Jinan a Êlihê de diyar kir ku pergal dixwaze bi tecrîdê kurdan ji xwe re bike kole û ev tişt got: “Helwesta Ocalan a li hemberî tecrîdê berxwedan e.”

Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ku ji aliyê Organîzasyon Hunerê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve bi şîara “Jina Azad Hunera Azad” tê lidarxistin, didome. Zarok-MA di roja duyemîn a festîvalê de li taxa Petrolkentê bi zarokan re hat cemhev. Zarokan eleqeya zêde nîşanî Zarok-MA’yê dan. Zarokan ewil wêne xêz kirin û piştre jî stranên kurdî gotin. Malbatên zarokan jî bi zarokan re tev li bernameyê bûn. Zarokan stranên weke “Zimanê Kurdî” , “Hoy çûxo” , “Kevroşkê” xwendin û govend gerandin. Bi vî awayî bernameya zarokan bi dawî bû.

Piştre jî di çarçoveya festîvalê de bi sernavê “Tecrîd û Asîmîlasyonê” li Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê bi moderatoriya Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik panelek hat lidarxistin. Edîtora Kovara Destarê Jîn Aryen û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan di panelê de weke panelîst axivîn. Siyasetmedar û aktîvîstên TJA’yê jî di nav de gelek kes tevlî panelê bûn.

Berxwedana Ocalan

Piştî axaftina vekirinê ya moderatora panelê Işık Parlamenter Newroz Ûysal axivî û diyar kir ku bêhiqûqiya li Girava Îmraliyê gihiştiye asteke jor û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ji bo malbat û parêzeran ji 3 mehan carek biryara qedexekirina hevdîtinê tê dayîn. Di heyama dawî de tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Armanca ferzkirina tecrîdê leyîstina bi bîra civakê ye. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn nîzameke nû ya ku tê xwestin bê afirandin heye. Di vê fermanê de pergal dixwaze ku kurdan ji xwe re bike kole. Ji bo vê jî tecrîdê didomîne. Helwesta Ocalan a li hemberî tecrîdê berxwedan e.”

Sekna li dijî asîmîlasyonê

Edîtora Kovara Destarê Jin Aryen jî diyar kir ku berdewamkirina tecrîdê sedema xwe rexnekirinê ye û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê girîngiya hêza jinê raxist ber çavan. Divê em li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dewlet li ser me ferz dike bi berxwedaneke topyekûn rawestin. Nêzîkatiya Êlihê ya ji bo kurdî pir baş e. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê helwesteke tund heye. Bi vê helwestê ev bajar hem ziman û hem jî çanda xwe li pêş dixe.” ÊLIH