3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê 30 salan: Ez bi baweriya serkeftinê li ser lingan mam

Girtî Ahmet Oral  ku piştî 30 salan hat berdan, diyar kir ku hêvî û xeyalên wî hê zindî ne û wiha got: “Ez wisa bi bawerim ku wê ev têkoşîn biserkeftinê bi encam bibe. Baweriya me ya serkeftinê me li ser lingan girt.”

Ahmet Oral yek ji wan girtyan e ku 30 sal di hefsê de maye. Di adara sala 1993’yan de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê tê girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye” cezayê muebedê lê hat birîn. Oral piştî tê girtin bi dorê li girtîgehên bajarên Nevşehîr, Erzirom, Mûş, Trabzon û Tekîrdagê tê ragirtin. Herî dawî piştî 30 salan di 5’ê adarê de ji girtîgeha Tekîrdagê hat berdan. Oral, der barê serboriya xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û behsa pêvajoya girtina xwe û girtîgehê kir.

Oral bal kişand ser atmosfera siyasî ya heyama ku hatiye girtin û diyar kir ku êriş û zextên fizîkî li ser kurdan zêde bûn û dihat xwestin ku rastiya kurdan bê tunekirin. Oral anî ziman ku hikûmetên wê serdemê polîtîkaya redkirinê û înkarê li dijî kurdan xistibûn dewrê û got: “Di wê heyamê de înkar di asta herî jor de bû. Her çiqas hin guhertin hatibin kirin jî lê Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel her çiqas digot ku ‘ez rastiya kurdan nas dikim’ jî lê tenê li ser gotinê bû. Lê di pratîkê de zext di asta herî jor de bûn. Di wê heyamê de dihat xwestin ku pirsgirêka kurd bi tundiyê were çareserkirin.”

Oral da zanîn ku ew ji ber xebatên xwe siyasî hat girtin û di pêvajoya binçavkirinê de bi îşkenceya dijwar re rûbirû maye û piştî vê îşkenceya lê hatiye kirin hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Nevşehîrê. Oral got piştî ew hatiye girtin 45 roj şûn ve cezayê muebedê lê hatiye birîn û di sala 5’emîn a girtinê de cezayê wî hatiye erêkirin.

‘Ceza ne di bîra me de bû’

Oral destnîşan kir ku ruh û atmosfera wê heyamê pir cuda bû û wiha axivî: “Yanî te cezayê muebedê girtiye an negirtiye pir ne di xema kesî de bû. Çimkî em hemû li benda şoreşê bûn. Çimkî em bi bawer bûn ku wê têkoşîn bigihîje serkeftinê. Lewma em cezayê li me hatibûn birîn pir nedifikirîn. Mirovên me bi kiryarên nediyar dihatin kuştin, gund dihatin şewitandin û valakirin, mirov li naverasta kolanan dihatin qetilkirin, ji ber vê nerast bû ku em cezayên li me hatine birîn bifikirin. Em difikirîn ku ev eniyek têkoşînê ye. Me xwe dabû ber her tiştî.”

Oral da zanîn ku ew li gelek girtîgehan maye û herî dawî 10 sal bûn ew li Tekîrdagê dihat ragirtin. Oral diyar kir ku girtîgeh bi êrişên derûnî û fizîkî re rûbirû bûn û di salên 2000’î şûn ve êdî zextên derûnî ket dewrê û got: “Hin deman polîtîkayên pir hişk dihatin sepandin. Girtîgehan li gorî pêvajoya siyasî tevdigeriyan.”

Serkeftin û bawerî

Oral destnîşan kir ku di girtîgehê de hevrêbûn gelek girîng e û wiha domand: “Helbet kes naxwaze di girtîgehê de be. Rojek jî mayîna li hefsê tişta herî xerab e. Lê di encamê de dozek li ber te ye û tu pê bawerî. Tu hemû tiştên din ji bîra dikî. Yanî dema meriv li raboriyê dinêre tu feydeya heyfa meriv lê were nîne, çimkî ev têkoşîne û divê tu li gorî şert û mercên wê tevbigerî. Têkiliyên li girtîgehê samimiyet e û armanc piştevanî ye. A rast armanca mezin yekgirtîbûna li dora dozê ye. Cihê ku berjewendiyên şexsî lê nîne ye. Tu li derdora raman û fikra pê bawerî tevger dikî. Tişta te li ser linga digire du aliyê wê hene; yek jê armanca têkoşînê ye ya din jî baweriya te ya bi serkeftinê ye.”

‘Ji Şoreşa Rojava moral girtine’

Oral diyar kir ku wan li girtîgehê geşedanên li derve diqewimin ji nêz e dişopandin û nexasim geşedanên li rojavayê Kurdistanê qewimîn hêvî da wan. Oral destnîşan kir ku Şoreşa Rojava moral û hêvî da wan û got: “Tesîrek mezin li ser me kir. Kurdan di encama bedelên mezin de şoreşê ragihandin. Ji bo statûya Rojava îro tu astengî nîne.”

‘Hesta pê re çêdibe’

Oral destnîşan kir ku hevalên wî yên li girtîgehê hê jî ji bo azadiyê xwedî baweriyek zêde ne û wiha got: “Bi têkoşînê her tişt tê bidestxistin. Bila tu gumana kurdan ji têkoşîn û doza wan nebe.” Oral hestên xwe yên derketina piştî 30 ji hefsê wiha anî ziman: “Min digot beriya min berdin wê berdana min taloq bikin. Lê tiştek wiha nebû. Dema ez derketim, hestek pir cuda bi min re çêbû, her tişt ecêb bû. A rast tu nizanî gavê xwe biavêjî. Ne wek cihê hewadariyê ye ku tu lê diçî û têyî. Xwedîderketina malbat, xizm, dost û hevalan min pir şanaz kir. Hê jî hînî derve nebûme. Dema ez li hundirê malê aciz dibim, çend sikak digerim û dîsa têm malê. Ji ber ez nû derketime, ez jî nizanim ez ê çi bikim. Lê hêvî û xeyalên min hê jî zindî ne. Di vî warî de tu şik û guman nîne. Raman û îradeya mirovan nikare were cezakirin. A rast divê yê ku ceza dibirin, werin guhertin.”