4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kûbayê koçberiya girseyî pêk tê

Hejmara malbatên ku ji ber krîza aborî û siyasî ji Kûbayê koçber dibin di nava salekê de ji 39 hezaran derkete 224 hezaran, gelek malbat ji ber talukeya riya koçberiyê zarokên xwe bi xwe re nabin

Krîza aboî û siyasî ya li Kûbayê û bi taybetî ji ber bandora zêde ya pandemiya COVID-19, hişt ku gelek Kûbayî serî li koçberiyê bidin û welatê xwe biterikînin. Berê jî koçberî li vî welatî çêdibû lê ew niha gihaye rêjeyeke gelekî mezin û koçberiyeke girseyî tê kirin. Rêjeya koçberiyê herî zêde di nava ciwanan de berbiçav e û bi hejmareke mezin koç dikin.

Bi sedhezaran Kûbayî hem bi riya bejayî li ser sînorê Meksîkayê û hem jî bi riya deryayê xwe digihînin Amerîkayê.  Yekîneya Parastina Gumruk û Sînor a DYA’yê dibêje ku hejmara Kûbayiyên ku ketine welêt gelekî zêde bûye. Ev hejmar di nava salekê de gelekî zêde bûye. Di sala 2021’an de 39 hezar bû ew hejmar di 2022’an de gihîştiye 224 hezaran.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hejmar ji ya dema pêlên herî mezin ên koçberiya Kûbayê di salên 1980 û 1990’î de zêdetir e. Her wiha ji ber riyên koçberiyê yên bejahî û yên deryayî jî gelekî taluke û zehmetin gelek malbat neçar dimînin ku zarokên xwe li şûna xwe bihêlin û wan bi talukeya derbaskirina sînoran re rû bi rû nehêlin.

Malbatên ku zarokên xwe li şûn xwe dihêlin di wê hêviyê de ne ku piştî ew li Amerîkayê bicih bibin û mafê bicihbûnê bidest bixin ew dikarin paşê zarokên xwe jî bi riyên fermî bînin ba xwe.