2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa Mehmet Saît Yildirimê (71) 28 sal in girtî ye û destnîşan kir ku Yildirim ê 3 salan zêdetir e di hucreya yek kesî de tê ragirtin ji ber tenduristî û temenê xwe nikare di hucreya yek kesî de bimîne.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 268’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” hate vekirin. Nûnerên HDP’ê û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli rewşa Mehmet Saît Yildirimê 71 salî ku 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê girtin vegot.

Canli, da zanîn ku Mehmet Saît Yildirimê Îmrali jî di nav de li gelek girtîgehan maye ji 6’ê îlona 2018’an ve di hucreya yek kesî de dimîne û qala nexweşiyên wî û raporên wî kir.

Nikare bi serê xwe bimîne

Canlı, destnîşan kir ku Yildirim ê nexweşiyên dil û kezebê pê re hene nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û bi lêv kir ku divê Yildirim di bin kontrola bijîşkekî de û bi awayekî bi rêkûpêk dermanên xwe bi kar bîne. Canli, anî ziman ku Mehmet Saît Yildirim ji ber temen û tenduristiya xwe nikare di hucreya yek kesî de bimîne û bi lêv kir ku divê demildest ji hucreyê bê derxistin girîngiyê bidin dermankirina wî û ji bo li cihekî baş were dermankirin divê demildest were berdan.