3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê ya ciwanên SGDF’ê

Endamên ESP’ê û SGDF’ê ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Edeneyê da destpêkirin, banga piştevanî û têkoşîna hevpar kir.

Çalakiya ku Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin didome. Endamên ESP’ê û SGDF’ê piştî Îzmîr û Stenbolê çalakiya greva birçîbûnê li Edeneyê jî da destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşma “Em piştevaniyê mezin bikin, tecrîdê bişikînin” li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir. Çalakiya greva birçîbûnê wê rêveberê ESP’a Edeneyê Emrah Topaloglû û endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen bidomînin.

Bila tecrîda mutleq bi dawî bibe

Ji bilî endamên ESP’ê û SGDF’ê nûnerên ÎHD, HDP, TOP, EMEP û rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Emrah Topaloglûyê kete çalakiya greva birçîbûnê bal kişand ser tecrîda li girtîgehan destpêkir û belavî hemû welat bûyî kir. Topaloglûyê qala rewşa girtiyên nexweş kir xwest tecrîda mutleq demildest bi dawî bibe. Topaloglû, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê wê bi awayekî gerok bidome û banga piştevanî û têkoşîna hevkar kir.

Endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û tecrîda mutleq, anî ziman ku desthilat bi girankirina tecrîda li girtîgehan dixwaze girtîgehan têxe bin kontrola xwe û destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyan ji dest wan hatiye girtin. Ozen, da zanîn ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê rakirina tecrîda mutleq e.

Hevserokê AATUHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn da xuyakirin ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan û li welêt tecrîda mutleq roj bi roj zêde dibe û destnîşan kir ku dewlet li gorî hiqûqa xwe jî tevnagere û banga hevgirtinê û têkoşîna hevpar kir

Têkiliya Ocalan bi hemû dinyayê re hatiye qutkirin

Herî dawî jî metnê çapemeniyê yê hevpar Emrah Topaloglû xwend. Topaloglû, bal kişand ku binpêkirinên mafan ên herî giran li Girtîgeha Îmraliyê li ser Ocalan tên pêkanîn û wiha axivî: “Têkiliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi temamî ji cîhanê re hatiye qûtkirin. Ji ber ku rejîma qesrê ya faşîst ji bo pirsgirêka bekayê çareser bike, tu çareya wê ji bilî zêdekirina girtîgehan û zext û terorê nîn e.”