4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan

Danişîna doza girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ku 26 sal in girtî ye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê pêk hat. Ozkan ji ber nexweşiya giran nekarîbû biçe dadgehê û ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi reya SEGBÎS’ê tevlî danişîna doz bû. Parêzera Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Yasemîn Dora Şeker û Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari tevli danişînê bûn. Dozger, di danişînê de xwest ku li benda encama doza Licê ya li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin rawestin.

Parêzer Yasemîn Dora Şeker, di danişînê de mafê axaftinê girt û parastina muwekîlê xwe Ozkan kir. Şeker, di parastina xwe de bal kişand ser rewşa Ozkan û diyar kir ku Ozkan bi awayekî nehaq hatiye cezakirin û wiha got: “Divê bêyî ku li benda dosya li Îzmîrê bê sekinandina di vê dosyayê de Emîn Ozkan tahliye bibe. Ozkan nexweş e û rewşa wî giran e. Em qala kesekî ku nikare bê danişînê û bimeşe dikin. 83 salî ye û gelek nexweşiyên wî hene. Di van şertan de em dixwazin ku Ozkan bi awayekî lezgîn bê berdan. Em bang li wijdanan dikin. Bêyî ku ev mirov bimire divê bê berdan.”

Heyeta dadgehê, daxwaza parêzer red kir. Heyetê biryara berdewamkirina girtina Ozkan da û danişîn taloqî 30’ê hezîranê kir.