28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Rojava bi meşên girseyî dagirkirina Efrînê şermezar kir

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol û Dêrikê û koçberên Serêkaniyê derketin kolanan û meşiyan. Girseyê di meşê de bi pankart, dowîz û siloganan dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kir. Di 18’ê Adarê de artêşa tirk  û hêzên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê piştî şerê 58 rojan ê li dijî gel, YPG û YPJ’ê  bajarê Efrînê dagir kir. Bi hezaran kesên li gelek navendan daketin kolanan xwest Tirkiye dest ji dagirkirina Efrînê berde.

Hesekê

Li Hesekê xwepêşandanê ji Pira Muftî ya li navenda bajêr dest pê kir û li Qada Şehîd Serhed bi dawî bû. Xwepêşandan li navçeya Dirbêsiyê jî li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê çalakî li dar xist. Li aliyê din li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî xwepêşandanek hate lidarxistin.  Li navçeya Holê xwepêşandan ji ber Desteya Perwerdeyê ya navçeyê heta dest pê kir û li bajarê Dêrikê jî xwepêşandan ji Qada Azadî dest pê kir.

Di xwepêşandanê de welatî, rûspiyên êlên ereb û kurd, berpirsên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî yên kurd û ereb û saziyên civaka sivîl beşdarî xwepêşandanê bûn.

Berpirsên Rêveberiya Xweser, Meclisa navçeyan û partiyên siyasî piştrast kirin ku ji rizgarkirina herêmên dagirkirî ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê pêk hatiye û destnîşan kirin ku çareserî ji derketina axa Efrînê ye.

Serêkaniyê

Meclisên Kampên Serêkaniyê û Waşûkanî bi daxuyaniyên cuda dagirkirina kantona Efrînê şermezar kir û got: “Em roja 18`ê Adarê roja reş bi nav dikin û dagirkirina dewleta tirk  ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şermezar dikin.

Dirbêsiyê

Li navçeya Dirbêsiyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Xelef dagirkirina Efrînê wek komployeke nû ya li dijî gelê Kurd bi nav kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hovîtrîn sûcan pêk tine, nexasim piştî serkeftina Şoreşa Rojava.”

Til Temir

Li Til Temirê Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temir Semer Xelîl diyar kir ku dewleta tirk li hemberî îstiqrar û hemû projeyên demokrasiyê disekine, ji wan projeya  demokratîk a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îdare dike.

Semer Xelîl banga darizandina hemû aliyên piştgiriya dewleta tirk a dagirker dikin, kir û wiha got: “Her wiha em bang li NY`yê û rêxistinên hiqûqnas û dewletên cîhanê dikin ku bê deng nemînin û li hemberî gelan bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabin, ji ber ku bêdengiya wan têkildarî rewşa Efrîn û herêmên dagirkirî encamên erênî bi xwe re nayne.”

Hol

Hevserokê Meclisa Navçeya Holê Ziyad El-Hesen têkildarî dagirkirina Efrînê axivî û got: “Em ê heta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hemû xaka Sûriyeyê têbikoşin. Li ser vê yekê em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên microvan dikin ku li hemberî sûcên li Efrînê bi erka xwe rabin û li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagiker helwesteke cidî nîşan bidin.”

Dêrik

Ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê bi sedan şêniyên Dêrikê li qada Azadî ya li başûr rojhilatê bajêr kom bûn. Pêkhateyên Dêrikê, partiyên siyasî, şêniyên herêma Koçerata û Berava, saziyên civaka sivîl beşdarî meşê bûn û wêneyên zarok û şehîdên Efrînê û çiqilên zeytûnê ku sembola aşitiyê ye hildan.

Meşvan di nava kolanên sereke yên Dêrikê re meşiyan û ber bi sûka navendî ve çûn. Dikandaran dikanên xwe girtin û beşdarî meşê bûn. Beşdaran dirûşmên; “bijî berxwedana Efrînê û bijî berxwedana YPG û YPJ`ê” bilind kirin, her wiha sloganên; “bimre dewleta Tirk a faşîst û bimre îxanet” bez kirin.

Meşvan li pêşiya nivîsgeha PYD ya li sûka navendî kom bûn. Piştre Hevserokê navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm diyar kir ku berxwedana 58 rojan a li Efrînê li dijî dewleta dagirker û çeteyên wê fedekarî û têkoşîneke pir mezin bû.

Girkê Legê

Şêniyên Girkê Legê li qada Şehîd Xebat kom bûn û ber bi sûka navendî ve meşiyan. Beşdaran dagirkirina Efrînê, sûcên dewleta tirk, guhartina demografîk û siyaseta tirkkirina herêmê şermezar kir û berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî êrişên dijmin silav kir.

Di meşê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulhadî Ehmed axivî û wiha got:” Em ê Efrînê bikin gora dagirkeran û bi berxwedana xwe em ê serkeftinê misoger bikin û dagirkeran li herêmên xwe tune bikin.”

Çilaxa

Bi dehan pêkhateyên navçeya Çilaxa daketin qadan. Meş ji qada geracê dest pê kir û ber bi bazara navendî ve çûn. Beşdaran sloganên “Na ji sûcên dewleta Tirk a dagirker” berz kirin. Meş li çerxeriya Şehîd Masûm veguherî mîtîngê û li wir cîgirê hevserokên Meclisa Navçeya Çilaxa Yunis Mihemed Fetah daxuyanî xwend.

Tirbespiyê

Li navçeya Tirbespiyê pêkhate li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û ber bi bazara navendî ve meşiyan. Xwepêşandêr li pêşiya avahiya Meclisa Navçeyê sekinîn. Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Dîrok Mele Beşîr axivî û got: “Hovên serdemê rojane êrişî xwezaya Efrînê dikin û talan dikin, di heman demê de sûcan li dijî zarokên wê pêk tînin. Em ê di hemû waran de heta rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirker û çeteyan ji xaka xwe, em ê têbikoşin.”

Amûdê

Rêveberên PYD`ê jî li navçeya Amûdê meşek li dar xist. Endamên Kongra Star û saziyên civaka sivîl û gelê navçeyê tev li meşê bûn. Xwepêşandêr li qada Jina Azad kom bûn û ber bi qada Şehîd Cîhad ve meşiyan. Li vir hevserokê PYD`ê yê navçeya Amûdê Adil Mele Emîn bal kişand ser serxwedanê û got: “Hîn jî gelê Efrînê li kampan li ber xwe didin.”

Til Hems

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrînê, daketin qadan. Meşê ji pêşiya avahiya trafîkê dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîdan ve berdewam kir. Li wir meş veguherî mîtîngê. Rêveberê PYD`ê Hiyal El-Xiwêr axivî û got: “Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmê pêk tîne, dikevin çarçoveya sûcên şer.”