17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!

Înîsiyatîfa ji Girityên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tûran Çelîk û diyar kir ku Çelîk bi awayekî dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 442’yemîn de çalakiya heftane li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tûran Çelîk.

Tûrgût diyar kir ku Tûran Çelîk ji Girtîgeha Turkoglûya Mereşê sewqî Girtîgeha Kavas a Samsûnê ya Tîpa S’yê kirine. Tûrgût da zanîn ku salên dirêj e Çelîk li hefsê nexweş e û di 12’ê çileya 2023’yan de anjiyo bûye û di 16’ê çile de jî emeliyata bypassê bûye. Tûrgût destnîşan kir ku dema ku Çelîk birine nexweşxaneyê û anîne emeliyatkirî bûye û di dema emeliyata bypassê de jî destê wî kelemçekirî bûye û vê îşkenceya bi kelemçeyê 12 rojan dewam kiriye. Tûrgût xwest ku girtiyê nexweş Tûran Çelîk were berdan.