2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê xwedî wê vînê ye ku desthilatê biguherîne û wiha got: “Em ê bi agirê Newrozê bi hev re ber bi veguherîna demokratîk a mezin û aştiya mezin ve bimeşin.”

Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin, diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin. Ji bilî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tifaqa Ked û Azadiyê gelek saziyên sivîl ên civakî li Otela Elit World a li Taksîmê civiyan û deklarasyona Newrozê aşkere kirin. Piştî aşkerekirina deklarasyonê axaftin hatin kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser hilweşîna ji ber erdhejê çêbûyî.

Sancar da xuyakirin ku ew bi hilweşîn û êşeke mezin re rû bi rû ne, ew Newrozê li hawirdoreke bi vî rengî pêşwazî dikin û got: “Berpirsyarê vê xerakirin û êşê ev desthilat e. Ev pergal e. Ji ber vê yekê, dema ewqas hilweşîn, êş û şîn hebe, wê ne li gorî nirxên me be ku Newrozê di atmosfereke cejnê de pîroz bikin. Em ê bi hêviya ji nû ve avakirinê û bi ruhê şînbûn û hevgirtinê Newrozê pîroz bikin û pêşwazî bikin. Ev Newroz wê ji bo me bibe mekan û derfetek ku em di merheleyek dîrokî de dengê avakirina jiyana nû bilind bikin. Em ê Newrozê, agirê Newrozê weke ronahiyeke ku rêya veguherîna demokratîk û aştiyeke mezin ronî dike, hildin. Dibe ku em govendê negerînin, lê em ê mil bi mil bisekinin. Dibe ku stran neyên gotin, lê hêvî wê bibe ronahiya wêrekî û biryardariyê.”

‘Emê hesab ji wan bipirsin’

Sancar da xuyakirin ku desthilatê gel di binê xirbeyê erdhejê de hiştiye, ew ê hesab ji wan bipirsin û wiha berdewam kir: “Heke em nepirsin, bêhurmetiya li dijî windahî û bêhêvîtiya me ya li ser paşerojê wê berbelav bibe. Ji bo ku careke din texrîbat pêk neyê em dê teqez bi hev re hesab bipirsin. Ev pergala kedxwarî, şer û rantê li hemû qadên jiyanê wekî di erdhejê de texrîbateke mezin çêkiriye. Niha, divê Newroz bibe rojeke ku em ê derfetên tamîrkirina vê hilweşînê, rakirina vê xirbeyê û guhertina vê fermanê bi rengekî herî berfireh bi pêş ve bibin. Em ê vê yekê bi dewrgirtina kevneşopiya kevnar a gelên Rojhilata Navîn li dijî zaliman zindîhiştina ruhê Kawayên Şoreşger pêk bînin. Hemû gel, hemû hêzên demokrasiyê wê werin cem hev û em ê bi hev re vîna xwe ya guherandina biryardariya xwe ya di Newrozê de û armanca xwe ya avakirina jiyana nû biqîrin. Em di şînê de ne, êşê dikişînin, lê em bi hêrsin jî. Em bi biryar in ku wê biguherînin. Em jî dixwazin vê biryardariyê weke bangawaziyekê ji her kes û ferdên ji her beşên civakê re bînin ziman.”

 ‘Em ê bi hev re bimeşin’

Sancar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hemû hêzên demokrasiyê yên li vê derê, hemû demokratên Tirkiyeyê, hemû mirovên baş ev Newroz wê ji bo destpêkirin û avakirina jiyana nû, dawiya vê tarîtiyê û bi dawîbûna vê pergala hilweşîner wê veguhere firsendekê. Tu gumana me ji vê nîne, vîna guherînê di vir de ye. Em ê bi agirê Newrozê bi hev re ber bi veguherîna demokratîk a mezin û aştiya mezin ve bimeşin. Ez banga xwe dubare dikim. Werin em li qadên Newrozê kom bibin. Em bi hev re ber bi van armancan ve bimeşin. Em biryardariya xew deynin holê. Em hêviyê mezin bikin, êşê parve bikin û birînan bipêçin û jiyana nû bi hev re ava bikin.”

Aadeniz: Newroz wê bibe bersiv

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz anî ziman ku weke gelên kurd, ereb, tirk û gelên din wê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Akdenîz ê bal kişand ser êrişa faşîst a li dijî Amedsporê, banga tevlibûnê li karker û kedkaran kir û wiha got: “Vaye ev Newroz wê ji vê re bibe bersiva herî xurt. Dê bibe Newrozeke ku Stenbola xwişk û biratiya gelê Bûrsa û Amedê lê xurt bibe destê xwe dirêjî Wanê bike. Em ê bersiva herî xurt bidin. Em ê Tirkiyeyê veguherînin welatiyê xwişk û biratiyê ne yê Torosên Spî. Newroz wê bersiveke baş bide hemû nêzîkatiyên berjewendî perest ên kurdan tune dihesibînin.”

 ‘Dê bibe destpêka veguherînê’

Hevberdevkê Partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wê Newroz bibe destpêka veguherîna civakî. Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî wiha got: “Em ê bi hêrs û serhildana xwe Newrozê pêşwazî bikin. Wê bibe Newroza hesab pirsîna mezin. Di vê xaçerêya dîrokî de wê Newroza 2023’yan bibe mîladek. Wê bibe xala veguherîna hêza gel a guhertin, veguherîn û hêza qezançkirinê.”

 Azadiya Abdullah Ocalan

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku agirê Newrozê ji bo yekitî, hevgirtin û jiyaneke azad tê hilkirin û wiha got: “Îsal wê bibe Newroza hesab pirsîna kesên ji erdhejê berpirsyar. Newroza îsal wê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdûllah Ocalan be. Di heman demên de ji bo azadiya gelan wê li Tirkiyeyê û Kurdistanê agirê Newrozê bê vêxistin.”