19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş di hucreyê de tê ragirtin

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hate kirin ev 10 roj in di hucreya yekkesî de tê ragirtin

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in girtî ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hate kirin û pêkanînên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” lê hatin ferzkirin. Tuzun ê ev pêkanîn qebûl nekirin ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û ew xistin hucreya yekkesî. Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin. Hat zanîn ku Tuzun li hemberî êşkenceyê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tuzun bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin pêk anî û rayedaran jê re gotine; “Biçe serî li Wezareta Dadê bide.”

Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir. Malbata Tuzun ê nexweşiyên wî yên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene, banga hestiyariyê li rayagiştî kir.