7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li navçeya Rezan a Amedê coşa agirê Newrozê

Bi coş û kelecaneke mezin agirê pêşî yê Newroza Amedê doh li gundê Mele Elî yê navçeya Rezanê geş bû û li ber tîna agirê newrozê û dahol û zirneyê govend hat gerandin

Newroza Amedê dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin. Beriya pîrozbahiya bi girseyî, li taxên Amedê pîrozbahî dest pê kirin. Doh bi şev li Taxa (Yukari Molla) Mele Elî yê jor ya navçeya Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin.

Pîrozbahî bi tevlêbûna xelkê gund û beşdariya namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak û namzetên hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk û hevseroka rêxistina DBP ya Amedê Sultan Yaray pêk hat. Pîrozbahiya ku bi beşdariya Rêxistina DEM partî ya navçeya Rezan pêk hat bi coş û kelecaneke mezin hatin kirin. Di pîrozbahiyê de li ber tîna agirê Newrozê bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.
Pîrozbahî li ber dengê dahol û zirneyê û germahiya newroza Azadiyê bi govendê berdewam kir.