3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş li şûna dermankirinê hat sigûnkirin

Komîsyona Girtîgehan a Stenbolê diyar kir ku girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tekîrdagê li benda dermankirinê bû, bêyî daxwaza wî sewqî girtîgehek din hatiye kirin

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê her hefte bi çalakiya navê “Rûniştina F” balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. Komîsyonê di hefteya 589’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakî li dar xist. Gelek parêzvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1’an dihat ragirtin. Endama Komîsyonê Zeynep Yildiz daxuyanî xwend û destnîşan kir ku taloqkirina berdana girtiyên ku cezayên wan qediyaye bi awayek kêfî zêde dibin.

Li şûna dermankirinê girtîgeha wî guhertin

Yildiz bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê ku rewşa wî xedar e û li Girtîgeha Tekîrdagê dihat ragirtin û nexweşiyên wek dil, KOAH, helandina hestiyan, akromegali û Bêhevsengiya Hipofiz Hormon û gelek nexweşiyên din lê peyda bûne û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin. Yildiz anî ziman ku li şûna ku tedawiya Polat bihata kirin derveyî îrade û agahiya wî sewqî sewqî Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê hatiye kirin. Yildiz got ji ber ku Polat nayê tedawîkirin bi rewşek xedar re rû bi rû dimîne.

Yildiz da zanîn ku ji ber tedwiya Polat nayê kirin jiyana wî di bin xetereyê de ye û xwest saziyên pêwendîdar demildest bikevin tevgerê û tedawiya girtî bê kirin.