5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îdareya girtîgehê daxwaza rojnameger Ertaş red kir

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş dixwest ku derbasî odeya rojnamegerê girtî Azîz Orûç ku li heman girtîhê ye bibe. Lê tevî biryara Dadgeriya Înfazê jî Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîhê dîsa daxwaza Ertaş red kir.

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş ji 16’ê hezîrana 2022’yan ve li Girtîgeha Amedê  ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an girtî ye. Ertaş di 2’yê hezîranê de xwest derbasî odeya rojnamevanê girtî Azîz Orûç ku li heman girtîgehê ne bibe. Ertaş ji bo vê yekê serî li Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê xist. Desteyê serlêdana Ertaş red kir.

Dadgeriyê daxwazê mafdar dîtibû

Li ser vê yekê Ertaş di 16’ê hezîranê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Amedê da. Dadgeriyê di 19’ê hezîranê de biryar da û daxwaza Ertaş mafdar dît û xwest serlêdana Ertaş bê qebûlkirin.

Cara duyemîn red kir

Ertaş li ser vê yekê biryara dadgeriyê pêşkêşî Desteya Îdare û Çavdêriyê kir û xwest daxwaza wî ya çûna cem Orûç bê qebûlkirin. Du roj berê Desteya Îdare û Çavdêriyê cara duyemîn daxwaza Ertaş red kir. Desteyê tevî biryara dadgeriyê jî ev daxwaza Ertaş red kir.