9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê DFG’ê Altan: Em ê di 11’ê Tîrmehê de hesab bipirsin

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ku girtî ye, diyar kir ku ew ê di danişîna ewil a di 11'ê tîrmehê de hesab bipirsin û ji bo beşdariyê bang li raya giştî kir.  

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16’ê Hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. 15 jê rojnamevan 17 kesên ku di 12’ê adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, dê di 11’Ê tîrmehê de derkevin pêşberî dadger. Danişîn dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku di çaçroveya heman dozê de girtî ye, nameyek şand û di nameya xwe de ji bo beşdariya danişînê bang kir. Altan, diyar kir ku ji ber karên rojnamegeriyê tevî hevpîşeyên xwe hatine girtin û ji bo îdianameya ku 10 meh şûn de hatiye amadekirin jî ev tişt got: “Me di îdianameyê de dît ku ev ne sûcdarkirineke hiqûqî ye, sêwirandineke bi taybetî hatiye sîparîşkirin û senaryoyek e.”

Altan, destnîşan kir ku kesên wekî mêvan beşdarî bernameyên wan ên televîzyonê bûne jî ji aliyê şahidên veşarî ve wekî “sûc” hatine nîşandan û got ku ew rojnameger in û vexwandina mêvanan di xwezaya rojnamegeriyê de heye. Altan, bi lêv kir ku divê di danişîna ewil de bên berdan û got ku armanca girtina wan ew e ku rojnameger ji qadê bên dûrxistin, lê belê ew li girtîgehê jî xebatên xwe didomînin.

Bang

Altan, di berdewama nameya xwe de ji bo beşdariya danişîna ewil a dozê ku dê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin wiha bang kir: “Di vê dozê de em ne hêla yên darizandinî ne, em ê wekî kesên hesab dipirsin cih bigirin. Hevalên me yên rojnamevan, rêxistinên çapemeniyê, sazî û dezgehên demokratîk û hemû raya giştî divê li cem me rojnamevanan bin ku em di çaçroveya mafê nûçewergirtinê de dibin dengê wan. Le divê her kes li danişînê bibe dengê me. Rojnamegerî ne sûc e.”