19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê qeyûm hewl da konsera kurdî asteng bike

Li navçeya Yenîşehîrê, zabiteyên şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de bi polîsan re hewl dan konsera hunermend Kasim Taşdogan asteng bikin.

Hunermend Kasim Taşdogan xwest li kafeyeke li Taxa Kooperatîfler a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê konserek bide. Zabiteyên girêdayî Şaredariya Yenîşehîrê ku di bin rêveberiya qeyûm de bi polîsan re bi angaşta “destûr nehatiye girtin û îxbara qerebalixê” xwestin konserê asteng bikin. Zabite û polîsan bi vê hincetê xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek hişyar kirin û gefa “heke konser bidome em ê ceza li te bibirin” xwarin. Li ser vê yekê jî konser bêyî hoparlor bên bikaranîn domiya. Guhdaran, stranên Taşdogan pê re gotin û konser bi coşeke mezin bi dawî bû.

Xwediyê kafeye Şîmşek, bertek nîşanî vê rewşê da û ev tişt got: “Ya ku tê kirin, bêtehemûliya li dijî kurdî ye. Ev kolan, kolana hunerê ye. Kolana Amedê ye û kolanekî çandî ya bajarê me ye. Em ê heta dawiyê çanda xwe bijîn. Piştî 10 salan, me hunermendekî kurd ê navdar anî vê derê. Lê hinek kes ji vê aciz bûn. Em jî dibêjin ‘bila aciz bibin.’ Em ê wan hêj bêhtir aciz bikin. Dê berxwedana me bidome.”