7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li hev kirin

Iraq û Îranê ragihandin ku ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor li hev kirine.  

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Abdulemîr Şîmerî û Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ahmed Vahîdî, li Deriyê Sînor ê Zerbatiye yê li bajarê Vasitê ku dikeve başûrê Iraqê hevdîtin kirine. Piştî hevdîtinê her du wezîran daxuyanî daye çapemeniyê û ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor li hev kirine.

Abdulemîr Şîmerî, der barê mijarê de diyar kir ku bi Vahîdî û şandeya pê re li 3’yemîn Biryargeha Fermandariya Herêmê ya Zêrevanan civîn li dar xistine û ev tişt got: “Waliyên Basra û Vasitê, Serokê Rêveberiya Deriyên Sînor û rayedarên payebilind ên her du welatan jî tev li civînê bûn. Armanca hevdîtinê ew bû ku bi taybet jî di mijara kontrolkirina sînor a navneteweyî de koordînasyon û hevkariya heyî bêhtir pêş bixin.”

Bi domdarî Şîmerî, got ku ji bo koordînekirina agahiyan û kontrolkirina hatin û çûnan, her du welatan li hev kiriye ku li ser sînor qereqoleke hevpar ava bikin.