spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eyo û seydayê gund

Li bakurê kurdistanê  bajarê  Mûşê xelkê gundekî xwestine ku ji xwe re mizgeftekê bidin çêkirin. Ji bona zarok û malbatên wan  xwenda û zana bin . Gund çend mal in û hemû jî  xizmên hev in. Avahiyekê  çêdikin cihê mele û zarokên wî çêdikin û seydayekî tînin gund. Seyda  zewicandiye û zarokên wî jî hebûne.  Seyda dersa mezin û piçûkan dide, zikat û pereyan distîne. Kesek  bi navê Eyîb  li gunde hebûye, di nava civakê de jê re Eyo tê gotin. Lê belê xanima wî  gelek no (bi şer û ceng) bûye.  Timî di mala Eyo de pevçûn û şer hebûye.

Eyîb diçe mala Seyda pirsgirikên xwe û xanima xwe jê re dibêje. Ka ji bona çareseriyekî bibîne. Seyda jê re dibêje;  ji bona ku xanima te ji te re rêz bigire, çareseriyek heye. Eyîb dibêje; ji bona Xwedê seyda ka bibêje çi ye dermanê vê belayê. Seyda dibêje;  kekê Eyîb pêwîste ku xanima te  nimêj bike, ji bona wê jî divê ku Fatîhe û Etehiyetê zanibe. Eyîb dibêje;  baş e Seyda  dersa xanima min bide tu çi bixwazî ez ê diyarî te bikim. Seyda dibêje; ez û xanima min em ê herdu ders bidinê, dema ku fêr bû dûre te çi da me qebûl e. Eyîb dibêje; baş e, lê belê bila kes pê nizanîbe ku min ji te re vê pirsgirika xwe  gotiye. Seyda jî dibêje; baş e  ez jî naxwazim, wek ku ez melayê we me dersa malbatên din jî didim, bila xanima te jî were. Eyîb ji Seyda re dibêje;  hûn werin ji xanima min re bibêjin were dersa Quranê baştir dibe.

Seyda û xanima xwe dersa xanima Eyo didin û ji Fatîhê dest pê dikin. Ew û xanima xwe şîret û nesîhetan lê dikin. Der barê têkiliya mêr û jinan de. Lê belê tişta ku Eyîb gotiba xanima wî bi gotina wî nedikir. Seyda û xanima  xwe Fatîheyê pê didin jiberkirin. Dest bi Etehiyatê dikin Seyda dibêje xanima  Eyîb li pey wî û xanima wî jî dubare dike.  Seyda dibêje; ruknekî nimêjê yek jî Etehiyat e. Dema mirov rûdine Etehiyatê dixwîne. Xanima Eyîb dibêje;  baş e Seyda hûn bibêjin ez li pey we dubare bikim.

Seyda dest pê dike;  Etehiyatu, Elmubarekatu, Eselewatû, Eteyîbatû, Lîlahî, Eselamû Eleykum,  Eyu henebiyu. Xanima Eyîb bi destê Seyda digire û dibêje;  Seydayê hêja ez bi Qurana mala te bikim, ku tu Eyu henebiyu ji vir dernexî ez naxwînim.

Seyda matmayî dimîne û dibêje; xwişka min em nikarin jê derînin ji pêxemberan de ev  Ayet heye, sedem çi ye?  Xanim dibêje Eyo navê zilamê min e, Ewî zêr û pere dane te û navê xwe xistiye Etehiyatê. Seyda dibêje; ji bo Xwedê heyran nabe ez çawa dikarim gotinên ayetê kêm bikim. Xanim dibêje;  baş e li şûna Eyu henebiyu de Eyu derîne, bila  Henebiyu bîmine . Ger wisa nebe ez naxwînim û ji Eyo re  jinanî nakim.  Seyda neçar dimîne  bi wî  awayê  dersa wê dide, dema ku etehiyatê jê re dibêje. Baş e te dema  Etehiyatê xwend  Eyo nexwîne. Bi vî awayî çareser dikin.