28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyf û mixabin

Hesen Huseyîn Denîz

Bapîr û dapîrên kurdan herçendî welatekî azad û serbixwe ji zarokên xwe re mîrate nehiştibin jî zimanekî pir dewlemend û xweş mîrate hiştine û her kurd divê bi vê yekê serbilind be. Wek mînak peyva “heyf û mixabin“ ji bo rewşên dilê mirov pêve dimîne tê bikaranîn. Bi almanî, ingilîzî û fransî pispor dikarin ji bo zimanên din jî lêkolîn bikin peyveke qasî ya kurdan ku rewşê bi giyanî bîne ser zimên tune ye. Ne “Leider“ a almanî ne “unfortunately“ a ingilîzî ne jî “malheur“ a fransî ciyê vê peyvê nagire.

Hikumeta Erdogan wezaretên xwe îlan kir û dîsa barê giran li ser pişta kurdan e. Mehmet Şîmşekê Wezîrê Aborî û Xezîneyê -hestiyê piştê yê hikumetê-ye, Cevdet Yilmaz Alîkarê Serokkomar -mejiyê hikumetê-ye, Fahretin Koca yê Wezîrê Tenduristiyê û Hikmet Fidanê Wezîrê Karên Derve -dest, çav û guhên hikumetê- ne. De were nebêje heyf û mixabin!

Dewleta tirk dîsa hawara xwe gihand kurdan û bi saya kurdan wê astengê derbas bike. Niha hin kes dikarin bibêjin, ‘Ew kurdên xayîn, xwefiroş in, destê Fîdan di xwîna kurdan de heye, ew qatil e û hwd’. Rast e, lê ger dewleteke kurdan hebûya û kurd serbixwe û azadbûna wê ew kes li welat û dewleta xwe hatibana ser rûyê erdê û bi zimanê dayika xwe xwendibana çima ji tinekarê xwe re xizmet bikirana û xwîna gelê xwe birijandana? Îro jî mirov nizane, bê çendî hestek, ramanek, mûyek, misqalek ji kurdî, kurdbûnî bi kîjanî re maye ku netewe û zimanê gelê xwe bi bîr bînin û qasî berjewendiya neyarên xwe, li berjewendiya gelê xwe jî bihizirin.

Xala girîng; divê di serî de ev û piştre giştiyê kurdan zanibin ku dewleta tirk karûbarên xwe li ser pişta kurdan dimeşîne. Dewlet karê tunekirina kurdan bi destê kurdan dimeşîne, heyf û mixabin. Ev sed sal in vê yekê dike û ew dixwaze di vê sedsala din de jî bidomîne, heta kurd ji holê radibin û ew jî dibin tirk. Gava komara tirk hat damezirandin, li ser rûyê vê erdê ji bilî kurdan heftê miletên din hebûn, îro tenê qismek kurd mane ji ber yên din tev înkarkirina eslê xwe pejirandin îro ji xwe re dibêjin, ‘ez tirk im‘ heyf û mixabin. Kurdên ji xwe re dibêjin, ‘ez tirk im‘ jî hene, lê em pir bextewar in ku hîn gelek kurd ji xwe re dibêjin, ‘ez kurd im‘ mane û hêvî li ba van kurdan e. Ger ev kurd jî xwe derbasî kategoriya tirkbûnê bikin, wê demê wê bixçika tirk pîneyê xwe yê dawî jî bibîne û êdî bibe bixçik, niha qulek lê ye û ew qul nahêle ku bixçika xwe biavêjin ser milê xwe. Gava bixçikê radikin ku biavêjin ser milê xwe, hûrûmûrên wan jê dikevin, ji ber ciyê pîneyekî qul e. Di van hilbijartinên dawî de hin kurdan xwestin xwe ji vê bixçikê re bikin pîne, lê baş e ku bi ser neketin, kurdên hişmend destûra vê yekê nedan û bixçik dîsa kêmpîneyekî ma.

Kurd divê xwe ji vê bixçika şêstûneh pîneyî re nekin pîneyê heftêyî. Kurd divê serbixwe bin, divê komareke demokratîk a kurdan hebe, divê sînorên erdên kurdan diyarkirî bin û li ser vî erdî serweriya kurdan hebe, ji bo tu kes û hêz nikaribe wan wek “terorîst“ bi nav bike û bombeyan bi ser wan de bibarîne.

Gelo hûn bala xwe didinê, bê tirk di van salên dawî de bi bafirokên xwe yên bimirov û bêmirov çend kurd qetil kirin? Tirk vê hêzê ji ku distînin? Ji dewletbûnê. Tişta tenê hêz û mafê kuştina kurdan dide tirkan dewletbûna wan e. Ger tirk ne dewlet bin, nikarin vê kuştinê bikin. Wê demê dewletbûn mafê kuştinê dide dest hikumetekê, yan miletekî, yan hêzekê. Dewletbûn çima vî mafê kuştinê dide dest? Bi sedema parastina xwe. Dibêje; ‘Li hemberî min êrîş heye, ji bo ez xwe biparêzim, divê ez bikujim‘ û kurdan dikuje. Em dibêjin, çima dinya dengê xwe nake? Dinya dibêje, ‘Ew dewlet e, mafê xwe yê parastina sînorên xwe û aramiya xwe heye, ji bo wê dikare sînoran derbas bike û aramiya kesên din xira bike‘.

Pir balkêş e, ne wisa, lê ev rastiyek e

Dewlet dikare faşîst be, dikare komunîst be, dikare olî be, dikare malbatî be çi dibe bila bibe, di zagonên navneteweyî de, ji dewletê re destûrnameyeke kesk hatiye çêkirin ku ew dikare bi her awayî serweriya xwe biparêze û bi vê armancê sînoran jî derbas bike û kuştinan jî bike û milet bê hincet biavêje zindanan jî.

Îro ji çar paran kurd parek di zindanê de, parek li koçberiyê, parek di bin erdê de û parek jî wek miriyên li ser rûyê erdê berxwedana jiyînê dikin. Ger tu kurd bî ciyê te yan zindan, yan mirin, yan koçberî, yan serê çiyan e. Ji bilî vê derfeta te ya tu wek miroveke/mirovekî azad, bi zimanê xwe, li ser erda xwe, bê tirsa polîs û leşker û diz û tecawizkaran, bê tirsa girtin û kuştin û mirinê, bê tirsa ka sibê ez ê çi bixwim, sibe ez ê çawa bixwînim, sibe ez ê çawa kar bikim, bihizirî û bijî tune ye. Ji xwe kurdbûn tunebûn e; di sazûmana cîhanî ya fermî de kurd tune ne. Li hemû qeydên kompûterên dewletên cîhanê binêrin, gava li welatê te dipirsin di lêgerînka kompûtera wan de peyvên Kurdistan, kurd, kurdî tune ye. Li hin ciyan gava ziman an nijad dipirsin, peyva kurd û kurdî bi kar tînin, lê ew jî ne di bin navê dewleta Kurdistanê de di bin a Tirkiye, Iraq an Îranê de. Yanî çawa li Rihayê teyrên keçel dijîn û di bin parastinê de ne, li dinyê jî hin dewlet kurdan bi ziman û hebûna wan wisa diparêzin û dibêjin kurdî û kurd heye, lê li Tirkiyeyê, li Iraqê, li Sûriyeyê û Îranê hene, lê Kurdistan tune ye; dewleteke bi navê Kurdistanê tune ye, ji bo wê qeyda te bi vî navî çênabe. Ji bo wê tu nikarî werî qeydkirin. Gava tu di sîstemeke cîhanî de bi navê dewleta xwe welatê xwe neyê qeydkirin jî tu tuneyî, yan jî di bin siya neyarê xwe de bi wî heyî. Îro di nasname û pasaporta kîjan kurdî de li hember xala welat/dewlet: Kurdistan dinivîse?

Kurdan sedsalek wiha winda kir û di vê sedsalê de bixçikek ji xwe re durist nekirin. Gelo hewl nedan durist bikin? Pir hewl dan. Heta zêde hewl dan! Lê têrê nekir. Îro gava em li van sed salan dinêrên, em dibêjin ka me çi bi dest xist û çi bi dest nexist. Dibe ku me gelek tişt ên kesî xeyal jî nedikir bi dest xistine, lê me nikarî êşa herî mezin derman bikin û li ser axa xwe bibin serwer. Wê demê birîna me neserwerbûna li ser axa xwe ye. Dermanê birîna me serwerbûna li ser axa me ye. Divê em birîna xwe baş tespît bikin ku sed salên din em li derûdora xwe ker û kor û lal negerin.

Neyarên me ne ew mirov in ku em wan biguherînin û bikin însan, ew hov in, wehş in, xwînxwar in. Bihizirin ku ew dixwazin ji pîneyên xweînkarkirina neteweyên din ji bo xwe neteweyekê û zimanekî çêkin û kurd gava bibin pîneyê vê bixçikê wê tune bibin, gava nebin ew bixçik temam nabe. Ji bo wê, divê rêyeke din hebe, divê kurd bibin xwediyê bixçika xwe û çi bi serê neyaran de tê em ji wan re bihêlin, em li xwe bigirîn, çêtir e. Yan na sedsalên din jî wê tirk xwe bi kurdan bi rê ve bibin, rizgar bikin û saz bikin, heyf û mixabin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê