30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kî hevalê min

Hilmî Akyol

Husên axa axayê Metîna bû li gundê Girêsorê dima. Du  Girêsor hene li cem me, yek li biniya Dêrikê ye, yek jî li deştê ye. Girêsorê Metîna jê re dibêjin. Berê li ser Dêrikê bû, niha dane ser Şemrexê.  Axa êdî ixtiyar bûye, di nava livînê nexweşiyê de ye. Êdî nikarî rabe ser xwe. Li ber siya dîwar rûniştiye zilamên gund jî tên lê vedihewin. Axa ji wan re dibêje; hûn bala xwe bidin wî zarokê qutik sor, ew kurê kê ye? Dibêjin yê mala Ehmedê Siltikê ye. Axa dibêje; belkî ez rojekê bimirim wê ew lawik bibe axayê Metîna. Hûn ê bibêjin Husên axa wiha gotibû, naxwe tiştek zanibû, mirovekî biaqil bû.

Civat dibêje; te çawa fêm kir? Axa dibêje;  ka binêrin ew zarok dibêje; kî hevalê min, kî hevalê  min? Lawê min jî dibêje; ez hevalê kê, ez hevalê kê?

Wê ev mesele wiha dewam bike heta ku mezin bibin. Lewre wê ew zarok axatiyê ji ber lawê min bigire û wê bibe axayê Metînayê. Îja bi rastî jî piştî ku Husên Axa dimire ew lawê mala Siltikê yê gundî dibe axayê Metîna. Lewre jî wiha xuya dike ku bi rastî jî Husên axa tiştekî ji madenê mirovan fêm dikir û ew mirovekî biaqil bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê