Girtiyên nexweş Nîmet Degîş ê di tîrmeha 2022’yan de înfaza xwe temam kir, diviyabû hatibûya berdan lê bi hinceta pirsên “tu poşmanî?” , “Dema tu derketî dê biçî ku derê?” yên rêveberiya girtîgehê ne bersivandin înfaza wî hatibû şewitandin.
Degîş ê beriya niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin, piştî erdhejê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatibû kirin. Degîş ê duh hate berdan dora saet 03.00’an ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve hate pêşwazîkirin.