3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê li Urmiyê 4 girtî bi dar vekirin

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand li girtîgeha navendî ya Urmiyê 4 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Malpera Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand sibeha roja 10’ê Adarê li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, 4 kes hatin bidarvekirin.

Li gor zanyariyên malperê parvekirine, her çar kesên hatine bidarvekirin bi tometa ‘madeyên hişber’ hatine bidarvekirin. Her wiha nasnameya sê ji wan kesan hat diyarkirin ku ew jî evin; Celal Serdar Fer xelkê bajarê Nexed e. Salih Qasimî xelkê gundê Zindeşt a Selmasê ye. Mensur Ebdî Zade xelkê gundê Heftwan a Selmasê ye.

Hat gotin her çar girtî roja 7’ê Adarê ji bo bicihanîna cezayê bidarvekirinê veguhestine hucreya yek kesî ya li girtîgeha Urmiyê.

Tê gotin ku di nava sê heftiyên borî de bi tometên cuda herî kêm 12 kes li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Ji serê salê ve û piştî destpêkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ hejmarek zêde ya welatiyan li Îranê bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin. Li gor gotina çalakvanên mafên mirov, dewleta Îranê dixwaze bi darvekirina girtiyên edlî ku ne girtiyên siyasî ne, gel bitirsîne û dawî li xwepêşandanan bîne.