10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Dorûdemîrê li goristana Yenîkoyê hat veşartin

Cenazeyê Halîse Dorûdemîr a dayika girtî Mahfûz Dorûdemîr a ku duh di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe winda kir, hat veşartin.

Dayika Mahfûz Dorûdemîrê 28 sal in girtî ye, Halîse Dorûdemîr a li konbajarê li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin dima, dema li ser rê derbas dibû tê gotin ku wesayîta polîsekî sivîl lê qelibî. Dorûdemîr di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Kesê ku alîkariya Dorûdemîrê dikir û nav nehat zanîn jî bi giranî birîndar bûye. Cenazeyê Dorûdemîr piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li Goristana Yenîkoya Amedê hat veşartin.

Rêveberên HDP’ê, MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê tev li merasîma cenazeyê Dorûdemîrê bûn. Piştî wecîbeyên olî cenaze hat veşartin.