27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lijneya Parastinê ya Meclîsa Iraqê: Hebûna Tirkiyeyê dagirkerî ye

Endamê Lijneya Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê êrişên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar kir û got; “Hebûna Tirkiyeyê, dagirkerî ye û ji bo ewlekariya netewî çavkaniya metirsiyê ye. Ji bo vê pêwîst e hewldanên me hemû ji bo derxistina vê hêza dagirker a di nava xaka me de be.”

Êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê li dijî sivîlan bê navber dewam dikin. Balafirên keşfê rojane di nav xaka Iraqê de komkujiyan pêk tînin. Lê heya niha Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê tu helwesteke cidî nîşan nedane. Herî dawî duh balafireke keşfê ku tê gotin a dewleta tirk a dagirker e, li gundekî Çemçemala Silêmaniyeyê wesayîtek bom bekir. Gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê der barê êrişên dewleta tirk a dagirker de endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî bertek nîşan da û rewş weke binpêkirina mafê serweriya dewleta Irqaqê nirxand.

Elî Bendawî destpêkê destnîşan kir ku hebûna dewleta tirk a dagirker a di nava welatê wan de cihê nerazîbûn û li ser ewlekariya Iraqê jî gef e. Bendawî got ku Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê li ser êrişan lêkolîn dike û ev mijar yek ji mijarên herî girîng e. Di dewama axaftina xwe de Bendawî êrişa dewleta tirk a dagirker a duh li Çemçemalê dijî wesayîtekê pêk hat, şermezar kir û got; “Tirkiye bi binpêkirina yasayên navneteweyî, her tim serweriya xaka Iraqê binpê dike. Me daxwazên xwe radestî Fermandariya Giştî ya Artêşê kiriye, di daxwazan de armanca me ew e ku civîneke ewlekarî ya berfireh li ser êrişên Tirkiyeyê pêk were. Ji ber ku bêdengî dide sedem ku Tirkiye destdirêjiyên xwe zêdetir bike.”

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî dawiya axaftina xwe de behsa hebûna hêzên dewleta tirk a di nava xaka Iraqê de kir; “Hebûna Tirkiyeyê, dagirkerî ye û ji bo ewlekariya neteweyî çavkaniya metirsiyê ye. Ji ber ku serweriya xaka Iraqê binpê dike, bi balafir û balafrên bêmirov herêmên cuda yên welêt bombebaran dike. Ji bo vê pêwîst e hewldanên me hemû ji bo derxistina vê hêza dagirker a di nava xaka me de be.”