Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Îdareya girtîgehê îro saet di 11.00’an de telefonî malbata Guder kiriye û gotiye kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Guder, bêyî malbata Guder û parêzerê malbatê rakirine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. ATK, destnîşan kir ku Guder ji ber “qeyrana dil” jiyana xwe ji dest daye.
Ferdên malbatê ku ji Gever a Colemêrgê hatin Wanê, piştî karên li ATK’ê cenaze wergirtin û birin Geverê. Hat ragihandin ku piştî îtiraza malbatê û parêzeran cenaze ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat diyarkirin ku cenazeyê Guder dê piştî otopsiyê li Geverê bê definkirin.
Ferdên malbatê destnîşan kirin ku tu nexweşîneke kronîk a Guder tune bûye. Hat hînbûn ku 18 sal ceza li Guder hatibû birîn.