28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de girtî bû, jiyana xwe ji dest da. Tûran piştî krîza dil deras kir jiyana xwe ji dest da. Turan beriya niha bi 20 rojan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û pişt re hat girtin. Îdareya girtîgehê li malbata Turan geriya û ji wan re ragihand ku Turan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Turan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.

Hezar û 605 girtî nexweş in

Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her wiha di du salên dawî de jî 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên dawî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2020’î de 562 kesên hatine berdan ji ber binpêkirinên mafan serî li weqfê dane. Ji kesên serî li weqfê dane 144 jê ragihandine ku li girtîgehê bi maumeleyeke xirab re rû bi rû mane. Ji ber van binpêkirinên mafan, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan li Amed û Wanê jî çalakiyên Nobeda Edaletê didomin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê