3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

Li girtîgehê girtiyekî din jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê Îlyas Demîr ê 32 salî ku ji Rihayê ye û cezayê muebetê lê hatibû birîn, li hucreyê jiyana xwe ji dest da. Muxtarê taxê agahî da malbatê. Malbat ji bo agahiyê bigire li rêveberiya girtîgehê geriya. Rêveberiya girtîgehê jî agahî piştrast kir. Der barê sedema mirinê de tu agahî nehat parvekirin.

Xwişka Demîr Mahide Demir, diyar kir ku birayê wê di sala 2013’an de hatiye girtin û heta niha li gelek girtîgehan gerandine. Demîr anî ziman ku nexweşiyên birayê wê hebûn, lê nedihat dermankirin.

Demîr bertek nîşanî rayedaran da û got: “Girtina di hucreyekê de sûc e. Diviya bû derman bikirana. Em ê dozê bi şopînin”. Demîr, anî ziman ku cenaze rakirine Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê û ji bo cenaze werbigirin ew dê biçin Enqereyê. Demîr da zanîn ku dê sibê cenaze li Goristana Eyyup Peygamber a Rihayê bispêrin axê.

Di hefteya dawî de Garîbe Gezer, Abdulrezak Sûyûr Halîl Guneş û niha jî îlyas Demîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.