17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin’

Komîsyona Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya hefteya 518’emîn, li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Girtiya nexweş Dîcle Bozan bila were berdan” hatibû vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Dîcle Bozan ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Kayseriyê dimîne.

Yolerî da zanîn ku Bozan di sala 2017’an de bi birîndarî hatiye binçavkirin û wiha domand: “Li nexweşxaneyê şarapnalên di lingê wê de nehatin derxistin. Hêj birînên wê baş nebûyîn û baş nehatî dermankirin, şandin girtîgehê. Her wiha nexweşiyên mîgren û epîlepsî lê peyda bûne. Ji ber epîlepsiyê, carnan bi ser hişê xwe diçe. Lewma divê li girtîgehê bi tena serê xwe nemîne. Di 2018’an de ji ber ku derfetên Girtîgeha Xarpêtê nebûn, Bozan şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê. Diviya bû bihata emeliyatkirin lê ev emeliyat 9 mehan hat taloqkirin. Dîcle Bozan ku daxwazên wê nehatin qebûlkirin û di 28’ê adara 2018’an de dîsa şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Xarpêtê.

Bi domdarî Yolerî diyar kir ku Bozan di hevdîtina bi parêzerê xwe re jê re gotiye ku mafê wê yê tenduristiyê bi temamî ji holê rabûye û wiha pê de çû: “Bozan 5 caran bi wesayîta rîngê birine nexweşxaneyê lê nîşanî bijîşk nedane. Parêzerê wê dibêje ku ji bo dermankirin û paşvexistina înfaza Bozan, gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê û dadgehê dane lê tevek jî hatine redkirin. Parêzer dibêje ku nêzikatiya girtîgehê ya li hemberî Bozan, îşkence ye. Di bi navê dermankirinê de Bozan îşkence dikin. Em vê qebûl nakin. Divê Bozan li derve bê dermankirin. Xuyaye ku bi vî halî re Bozan terkî mirinê kirine.”

Yolerî, ji bo Bozan û hemû girtiyên nexweş banga dermankirinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyan, banga me li rayedaran ew e ku peywira xwe bi cih bînin. Di vê mijarê de divê raya giştî jî bihestiyar tevbigere.”