4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ez ê bibim dengê Gulîstanê’

Malbata xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dersimê winda bû, 2 sal in têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Malbata ku ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin di 1’ê çileyê de li pêş Edliyeya Dersimê dest bi nobeta edaletê kir, di 22’yê Sibatê de hat Enqereyê. Malbat bi partiyên mûxalîf ên ku komên wan di Meclîsê de hene re hevdîtin kir û ji bo ji Wezareta Dadê randevû bigire li pêş Wezaretê nobet girt. Malbata ku wê demê ji Wezaretê bersiv negirt rastî tundiya polîsan hat. Piştî çend rojan Wezaret li malbatê geriya û diyar kir ku wê hefteya pêşiya me randevûyê bidin malbatê.

Malbata ku daxwazên xwe yên edaletê ji Dêrsimê anîn Enqereyê, dê di 8 ‘ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jî aqûbeta Gulîstan Doku bipirsin.

Aygul Dokû destnîşan kir ku xwişka wê Gulistan di her 8’ê Adarê de li qadan bû û dowiza “Tu qîr bike ku tundî raweste” vedikir. Dokû, diyar kir ku wê ji niha û pê ve ew pankarta xwişka wê radikir di destê wê de be û wiha got: “Ez ê bibim dengê Gulistanê. Heta ku ez bêhnê bistînim, pankarta wê dê di destê min de be. Dema Gulistan ew pankart radikir li ser navê hemû zindiyan radikir. Daxwaza min jî ji hemû zindiyan heye ku Gulistanê di tariyê de nehêlin. Heq nake ku di tariyê de bimîne, kes heq nake.”

Dokû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gulîstan, tevî ku bavê min destûr neda jî jineke ku ji bo xwişka me Ozgecan Aslan li Mersînê tev li çalakiyê bû. Dema Ceren Ozdemîr jî hat kuştin bi heman awayî berteka xwe nîşan da. Gulîstan li dijî bûyerên jinan pir hesas bû, li nasnameya wan nedinêrî. Ez jî ji her kesê dixwazim ku nasnameya wan çi dibe bila bibe bila Gulîstanê di tarîtiyê de nehêlin.”

Dokû, qala têkoşîna ku ji bo xwişka wê were dîtin didin kir û tundiya polîsan wiha vegot: “Polîsên jin jî êrişî me kirin. Ji ber ku hemcinsên min bûn ez gelek xemgîn bûm. Vê bûyerê ez gelek êşandim. Heke ji xwe ev du sal in tu êş neman me ne kişandî.”