3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên hilbijartina Şaredariya Gel a Mexmûrê hatin ragihandin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) hilbijartina hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel dûh di saet 08.00’an de li 8 navendan destpêkir û şêniyên wargehê dengên xwe bi kar anîn.

Hilbijartin di saet 17:00’an de li her 8 navendan bi dawî bû. Encama hilbijartinan îro diyar bû. Li gorî encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartinan ya wargehê diyar kirî, Fatma Rustem Hilalî û Bedran Pîranî ji bo hevserokatiya şaredariyê hatin hilbijartin.

Encamên dawî:

Dengên ku Fatma Rustem Hilalî standî: 2069

Dengên ku Bedran Pîranî standî: 2055

Meclîsa şaredariyê jî ji nava 25 kesên ku ketin hilbijartinê 7 kes biserketin û bûn endamên meclîsa şaredariyê.

Endamên Meclîsa Şaredariyê ên hatine hilbijartin:

Sedîq Hisên Hilalî

Hisên Fazil Geverî

Eylem Kara Hilalî

Cemîle Repinî

Nusret Şirnexî

Hazim Şirnexî

Leyla Çelîk

Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) her du salan carekê ji bo hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel hilbijartin pêk tê.