3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên siyasî 105 in di girevê de ne

Girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, 105 roj in di gireva birçîbûnê de ne.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd a siyasî dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn, 105’ in didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên siyasî bi navê Denîz Kaya di 12’ê sibatê de daxuyaniyeke din dan û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”