2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza 2024’an: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye

Saziyên Banga Newroza 2024’an deklerasyona Newrozê ya bi şîyara “Rabe, Dema Azadî û Serkeftiyê ye” bi raya giştî re parve kirin.

KCD, TJA, DBP û DEM partiyê, li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê deklarasyona Newroza 2024’an ku wê 57 navendan bi girseyî bê pîrozkirin û li sedan tax û navçeyan bê pîrozkirin, bi raya giştî re parve kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û aktîvîsta TJA’yê Dîlan Guvenç deklerasyona Newrozê aşkere kirin. Dîsa li ser navê sazî û rêxistinên sivîl û civakî gelek kes li baxçeyê komeleya Dîcle Firatê kom bûn û beşdarî daxuyaniya deklerasyonê bûn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bi kurdî deklerasyon aşkere kir.

Rabe, Dema Azadî û serkeftiyê ye

Deklerasyona Newrozê wiha ye:

Newroz a ku ji bo gelen Mezopotamyayê destpêka biharê û mizgîniya nûbûnê ye, di şexsê gelê Kurd de veguheriye agirê berxwedanê yê ku bi sedan sal in didome. Gelê Kurd di her dema dîrokê de li hemberî serwer, mêtinger, dagirker û qirkeran; têkoşîn û berdêlên mezin daye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina xwe ya “Şerê me tu carî ne li hemberî nîjad, dîn, mezheb yan jî koman bû û wê nebe jî. Şerê me li hemberî pêkutiyan, nezanî, neheqî, paşvehiştin û li hemberî her cure zext û zoriyan bûye” şerê gelê Kurd pênase kiriye. Şerê gelê Kurd; şerê hemû gelên dinyayê, hemû bindestan û yê hemû mazlûman e.

Newroz a ku ji bo gelê me tê wateya zayîn û jiyaneke nû û çirûska siberojeke azad e; îro gelên Rojhilata Navîn di serî de, bûye rojeke ku hemû gelên dinyayê xwe tê de dibînin, xwedî lê derdikevin û pîroz dikin. Newroz di heman demê de tê wateya têkoşîna gerdûnî ya li hemberî feraseta dewleta faşîst, tekparêz, nîjadperest û zayendperest.

Meşaleya ku bûye sembola têkoşîna Kawayê Hesinkar ê ku li dijî Dehaq têkoşiyaye, piştî sedan salan li Zindana Amedê ya ku tarîtiyeke şevereş, xerabî û êşkence lê hebû di destê Mazlûm Dogan de vêketiye û ev vêketin hê jî didome. Meşaleya azadiyê ya ku Zekîye Alkan û Rahşan Demîrel bilind kirine, rêya hebûnê nîşanî gelê Kurd daye; Newroz kiriye Newroz û gelê Kurd jî kiriye gelê Newrozê.

Newroza sala 2024’an a ku em bi vê berxwedan û baweriyê pêşwazî dikin; ji bo em ên ku di bin zextên qirkirinê de, ji bo azadiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Zilma ku bûye sedem Newroz wekî mîrateya berxwedanê derkeve ser dika dîrokê îro jî didome; dijminatiya li hemberî nasname, ziman, erdnîgarî, xweza, av, çiya û axa gelê Kurd roj bi roj zêdetir dibe. Li hemberî her cure polîtîkayên qirkirinê, helwesta gelê Kurd jî roj bi roj vediguhere berxwedaneke bi heybet. Qadên Newrozê jî qadên herî girîng ên vê berxwedana bi heybet e. Gelê Kurd ê ku qadan dikin kongreya gelan û îradeya xwe nîşan dide, wê Newroza îsal veguherîne agirê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurdan re çareseriya siyasî.”

Azadiya rêzdar Abdullah Ocalan ê ku paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze li hemû dinyayê belav bûye û tê qebûlkirin, di heman demê de azadiya Kurdan û ya hemû gelan e.  Rêzdar Abdullah Ocalan di bin pergala êşkenceya Îmraliyê ya 25 salan de, di her hevdîtin a ku bi wî re hatiye kirin de, rêya aştiyeke bi rûmet nîşan daye û wî diyar kiriye ku ji bo çareseriyê amade ye her cure berpirsyariyê bistîne. Lê bi agahînestendina mutlaq re di bin tecrîdeke giran de tê girtin û tê xwestin ku têkiliya wî ya bi dinyayê re were qutkirin. Ji ber vê sedemê, bi bawerî, biryardarî, îrade û israrê re wê qadên Newrozê bibin qadên ku wê tecrîd were parçekirin, azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan ê ku parêzvan û berxwedêrê aştiyeke bi rûmet e, were pêkanîn.

Newroz bi qasî ku berxwedan û azadî ye; yekîtî û yekbûn e jî. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her dera dinyayê daxwaza herî sereke û xeyala herî bi qîmet, yekîtiya neteweyî ye. Di nav şertên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ku Rojhilata Navîn û dinya ji nû ve tê dîzaynkirin û gelek krîz û firsend tê de hene; berpirsyariya me hemûyan e ku di bin vê qirkirinê de em yekîtiyê pêk bînin û li hemberî îxanet û hevkariya bi neyaran helwestê nîşan bidin. Ev helwest li hemberî gelê me deynekî me ye jî. Em soza yekîtî û azadiyê didin gelê xwe û hemû qehremanên ku alaya Newrozê anîne vê rojê.

Meşa me ya azadiyê ya ku di meha Kewçêrê de di salvegera komploya navneteweyî de hatibû destpêkirin, di meha Mijdarê de heta Gemlîkê çûbû, di 1-15’ê Sibatê de li bajarên Bakurê Kurdistanê geriyabû, bi hêza ku ji qadên 8’ê Adarê stend wê di Newrozê de derbasî qonaxeke nû bibe. Dema em bi ruhê berxwedanê ber bi Newroza Azadiyê ve diçin, hemû bajar, navçe, tax û gundên Kurdistanê di serî de li her derê bi şîara “Rabe, Dema Azadî û Serkeftinê ye” wê Newroz were pîrozkirin. Wê agirê pêşîn ê îsal ê Newrozê  di 15’ê Adarê de li Depê were vêxistin ya ku warê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan e ku tarîtiya serdemekê bi sê darikê niftikê ronî kir û ji rêya gelê Kurd re bûye ronahî. Di heman rojê de li ser bircên Amedê û Kadîfekaleya Îzmîrê yên ku bi Newrozê re bûne sembol, wê agir werin vêxistin. Di rojên piştî wê jî li bajarên wekî Wan, Êlih, Şirnex, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û di 21’ê Adarê de jî em ê li Amedê tacîdar bikin. Bi vê wesîleyê em bang li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin ku bibin çirûska agirê Newroza sala 2024’an.

Dem dema şikandina tecrîdê û jiyîna azad a bi Rêbertî ye.

Dem dema pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.

Dem dema xwedîderketina bi zimanê zikmakî ya nasname û çandê ye.

Dem dema helwesta li hemberî dagirkerî, mêtingerî û qirkirinê ye.

Dem dema geşkirina têkoşîna hevpar a gelan e ku divê li hemberî zilmê nîşan bidin.

Dem dema wê ye ku em Newrozên berxwedanê veguherînin Newrozên azadiyê.

Newroz Pîroz Be, Newroz Pîroz Bo

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

Tevgera Jinên Azad (TJA)

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)