3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetê serzelût

Hesen Hemkê

Dîsa hilbijartin nêz bûn, şelafî, telaqreşî û bêbextiyên kesaên nedîtî ji alî partiyên desthilatê yên ku inkara kurdan dikin, dest pê kirin. Ev hişmendiya qirêj a ku kurdan bi tu awayî qebûl nake, qeyûman li şûna kesên ku di hilbijartinan de bi ser dikevin tayîn dike û vîna gelê kurd xesib dike. Di hemû dema desthilata xwe de êrîşî kurdan û zimanê kurdî dike. Lê dema ku hilbijartin nêz dibe dîsa bê fedî û heya namzetên xwe destnîşan dikin û bi ser de jî bi kurdî propogandaya xwe dikin.

Muzîka hilbijartinê ya bajarên kurdan bi kar tînin, malê diziyê ji stranên kurdî hatiye dizîn û di ser poster û wêneyên xwe de jî bi kurdî reklama xwe dikin. Wekî mînak namzetekî ji bo şaredariya Rezan a Amedê destnîşan kirine û li ser posterê wî bi kurdî wiha nivîsandine (Ser seran) îca serê wî camêrî jî wisa dibirqîne û kî biçe ser wî serî dê bişemite û lingê wî bişkê ji ber mûyek tenê bi wî serî ve tune ye ku xwe pê bigire. Îca de ka ez ê çi bêjim hema hêviya min ji xwedê ye ku serê bertîlxur, diz û hîlebazan qet rihetî û xweşiyê nebîne, ez zanim niha tu jî dibêjî; Aaaaaaamîn.