4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayindir: Em ê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayidndir di civîna amadekariya hilbijartinan a li Stenbolê de li ser girîngiya Newrozê rawestiya û got: “Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de li avahiya partiyê ya navçeya Bagcilarê civînek pêk anî. Tevahiya rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li civînê bûn. Li salona partiyê pankarta “Li Stenbolê dema DEM’ê ye” daliqandin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku 8’ê Adarê bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin û wiha got: “Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Lewma em dibêjin dê Newroza 2024’an hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bibe referandûma gelê kurd. Ji ber vê, Newrozên li Amed û Stenbolê dê hêviya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan zêdetir bike.”

Bayindir destnîşan kir ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl didin gelê kurd û têkoşîna azadiyê tesfiye bikin û wiha axivî: “Erdogan hewl dide di sedsala duyemîn a komarê de tevgera gelê kurd û têkoşîna wan tune bike. Lewma li her deverê kurdan hedef digire. Lê gelê kurd hem îro hem jî di Cejna Newrozê de dê li dijî polîtîkayên yekperest ên AKP-MHP’ê xwe biparêze û berxwedanê raber bike. Tevger û têkoşîn roj bi roj mezintir dibe û dijminatiya dewletê jî kûrtir dibe. Her çend ku şer pir giran be jî, berxwedan û têkoşîna li dijî wê jî ji her alî ve dîrokî ye. Lewma 2024 berevajî tesfiyebûna kurdan, dê bibe sala azadî û serkeftinê.”

Bayindir agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd heye. Daxwaza rakirina tecrîdê ne tenê ji bo hevdîtina bi malbat û parêzeran re ye. Rakirina vê tecrîdê rê li ber veke ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd were vekirin û bi pêşengtiya muxatabê esasî yê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan were çareserkirin. Lewma em dibêjin dê bi têkoşîna xwe vê pergala tecrîdê ji holê rakikn. Ji bilî rakirina tecrîdê tu rêyên din ên çareseriyê nînin. Çi bikin jî gelê kurd xwedî wê hêz û biryardariyê ye ku tecrîdê rake.”