10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reyhan Gok: Divê desthilat daxwazên girtiyan pêk bîne

Şaxa OHD’ê, ÎHD û TUHAY-DER a Amedê rapora têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike li avahiya Baroyê aşkere kirin û di raporê de ev tişt diyar kirin: “Derbarê greva birçîbûnê de divê hêzên siyasî tedbîran bigirin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) têkildarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome li avahiya Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyêd de TMMOB, SES, Baro û gelek nûnerên şaxên din beşdar bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê Sekretera Komîsyona Şopandina Girtîgeha Baroya Amedê parêzer Reyhan Gok ve hat xwendin.

Reyhan Gok, diyar kir ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de girtiyan bi daxwaza dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan û rakirina tecrîdê dest bi girevên birçîbûnê kirin û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd çalakiya greva birçîbûnê ya ku di roja 27’ê meha borî de ji raya giştî re hat ragihandin. Ev tecrîda heyî li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibe. Ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê, em ji hêzên siyasî û rayedaran dixwazin ku daxwazên girtiyan pêk bînin.
Helwesta pergalê di çarçoveya mafê jiyanê de weke îşkence û muameleya xerab belav dibe. Divê hewcedarî û pêwistiyên wekî, ava şekir û vîtamîn B ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne, werin amadekirin. Divê ev tevdîr werin girtin dfa ku wekî salên berê kêmasiya van madeyan nebe sedema xesareke mayînde.”
Divê daxwazên girtiyan bên nirxandin
Gok, got ku beriya pêvajo veguhere asteke xeternak, divê desthilat daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên nirxandin û wiha axivî: “Eger ne wisa be, dê desthilat ji encamên xemgîn ên li ser mafê tenduristiyê û jiyanê yê girtiyan berpirsiyar be. Ji bo vê jî pêwîste Wezareta Dadê û saziyên pêwendîdar di zûtir dem de bikevin nava tevgerê.
Derbarê greva birçîbûnê ya girtiyan de jî divê hêzên siyasî bi awayekî aştiyane tevbigerin. Pêwîste beriya mirinan daxwazên girtiyan binirxîne. Em bang li Wezareta Dadê, hiqûqa navneteweyî û saziyên mafên mirovan dikin. Ji bo ku zûtir bi hestiyarî tevbigerin. Da ku li gorî maf û azadiyên bingehîn nêzikî pirsgirêkê bibin û li gorî vê yekê daxwazên xwe binirxînin û çareser bikin.”