7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gokkan ji girtîgehê peyama bîranînê şand

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku li girtîgeha Sîncanê ya Enqerê girtî ye, bi boneya salvegerên wefata xizmên xwe ji girtîgehê peyam şand û ew bi bîr anîn. Gokkan di peyamê de got: “Em tu carî we ji bîr  nakin û bi dilê xwe direşînin. Ev pergala hovîtiyê xwest we di tarîtiya xwe de biçilmişîne. Wekî ku hûn tune bûn ne di rojekê de, ne jî di cihekî de. Lê hûn berxwedanin di kûrahiya vabîra bêserî û bêbinî de ne. Di ronîka rojê de hûn çîrok û wêne yê xwebûnê ne. Bi têkoşîna we gerdûnek çêbû di pişt we de bû wekhevî û azadiya zindîbûnê. Di salvegera 30’emîn de Memduh Gukkan (Denîz) û Eyup Gokoglû, di ya 25’emîn de welat Ercan (Denîz) jî di sala 15’an de û Hemdî Gokkan we bi hemû hevalên we bi bîr tînim. Hûn tu carî ji bîr nabin.”

Gokkan, di 30’yê Cotmeha 2013’yan de dema şaredara Nisebînê bû li dijî avakirina diwarên li sînor dest bi greva birçibûnê kiribû. Bi hinceta ku şivika hesin a leşkeriyê windabûye di 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê doz hat vekirin û di 15’ê Kanûna 2020’an de bi hinceta “Qada leşkerî û ewlehiyê îhlal kiriye” salek 8 meh ceza lê hat birîn. Piştî parezêr îtîraz kir biryar hat betalkirin. Dosya ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Nisêbînê re hat şandin.

Heta niha derbarê Ayşe Gokkan de 200 doz hatin vekirin û 83 caran jî hat binçavkirin. Ayşe di 27’ê Çileya 2021’an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê û rêveberiya rêxistinê” doz hat vekirin û 30 sal ceza li Ayşe hat birîn. Piştî biryarê Ayşe hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê û dû re jî sirgunê Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin.